Niha j îli gorî nûçeyekê serokwezîrê Iraqê dixwaze hin katrên di destê xwe de bikar bîne. Dewleta Yasa ragehand ku, di destê Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî de dosyeyên girêdayî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê lîsta Iraqiyê Eyad Elawî ku tê de binpêkirinên desturî û yasayî hene, her wiha Malikî van dosyeyan radestî aliyên peywendîdar dike.
Parlemanter Dewleta Yasa Heysem Ciburî bi daxuyaniyekê ji Xendanê re ragehand û got: ‘Tiştê ku Malikî dike ew e ku wê dosyeyên ne li gorî destûra Iraqê û yasayê aşkara bike, ev yek jî wek erkê wî yê niştimanî ye wek serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarî.’
Ciburî tekez kir di destê Malikî de dosyeyên girêdayî bi Mesûd Barzanî jî hene ku di derbarê derbaskirina wî ji desthilata xwe wek serokê herêmê ye.
Parlemanter Ciburî ev jî ragehand û got ku: ‘Iyad Elawî bi hevkariya xwe digel aliyên herêmî dixwaze proseya siyasî û yekîtiya dewletê derbe bike eva jî belge kiriye û tev bi delîlin.’
Heysem Ciborî diyar kir ku Malikî dosyeyan kom dike û wê radestî desthilata dozgeriyê û desteya nezaheyê (destpakiyê) bike.
Lêpirsîna Malîkî
Ji aliyekî din ve hate hînbûn ku ji bo lêpirsîna derbarê Nûrî el Malikî de 3 komîte hatine amadekirin. Parlemanter Mehme Xelîl derbarê vê mijarê de wiha got: ‘Bi mebesta komkirina dosyeyên zanyariyê bo lêpirsîna Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî, sê komîteyên hevbeş di navbera (Hevpeymaniya Kurdistanî, Iraqiyê, Rewta Sedir) hatiye pêkanîn.’
Xelîl got: ‘Dosyeyên ku têne amadekirin li barê dosyeyên asayîşê û binpêkirina destûrê û nelirêtiyên siyasî ne.’
Parlemanterê Hevpeymaniya Kurdistanê li civata nûnerên Iraqê ev jî xuya kir ku ew komîte ji komîteyên yasayî yên parlementoyê û komîteyek ji serokên komên siyasî yên nava parlementoyê ne û digel komîteyeke hikûmî yên li hikûmetê de kar dikin pêk tê.
Mehme Xelîl got: ‘Qonaxa yekem a lêpirsînê ku daxwazkirina parlemanteran ji serokayetiya parlementoyê bo bangkirina Malikî temam bûye, ji bo vê tê çaverêkirin ku serokayetiya parlementoyê nivîsekê radestî hikûmetê bike ji bo ku Malikî li parlementoyê bo lêpirsînê amade be.’
BEXDA