Derhênerê Kurd Ferhat Baysal, dema bûyera Sînemaya Amûdê ku zarokên qet neçûbûn sînemayê û li salona sînemayê di şewata sînemayê de jiyana xwe ji dest dan, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bû. Derhêner Ferhat Baysal piştî serbest hat berdan, malpera ku sinemaya Kurdî bide naskirin û xizmeta sinemeya Kurdî bike ava kir. Baysal, hem dixwaze sînemaya Kurd bide naskirin û hem jî dixwaze li ser vê malperê sînemahezên Kurd li hev kom bike.

Baysal piştî serbest hat berdan li gel Kawa Çelebi proje ava kir û dest bi xebata çand û hunerê kir. Baysal, bi hevsera xwe Mubel Ay di nava 4 mehan de malpera bi navê "www.sinemayakurdi.com" ava kir. Çelebî, li aliyekî sînemeya Kurdî dide naskirin, li aliyê din li ser dîrok û kevpeşopiya sînemaya Kurdi lêkolîn dike.
Ferhat Baysal anî ziman ku dema li girtîgehê bû berhem û çavkaniyên wêje û felsefeyê digihişt destê wan, lê bi tu awayî xwe nedigîhandin sinemayê. Baysal, anî ziman ku dema ew li girtîgehê bû bûyera sînemeya Amûrdê ya 1960'an di tu çavkaniyan de nedîtibû û vê yekê bandorek li ser wî çêkir. Baysal, anî ziman ku piştî ji girtîgehê derket 4 mehan li Navenda Çandê ya Cegerxwîn û pişt re jî li Sînemeya Yilmaz Guney xebat kir û ji bo bîranîna van zarokên Amûdê ev proje amade kir. Baysal, da zanin ku heta niha sinemeya Kurdî bi awayekî rast nehat pêşkêşkirin û nehat naskirin û wiha got: "Xebatên Halil Uysal û yên wekî wî derhênerên bi qîmet berhemên bi qîmet pêşkêş kirin. Van derhêneran ratiya sînemya Kurdî derxist holê.

'Anîna gel hev a derhênerên şoreşger

Baysal, anî ziman ku wî nêzî 2 mehan xebatên arşîvê meşand û piştre ev agahî li ser malperê rêz kirin û wiha got: "Min piştî xebeata 4 mehan ev malper ağva kir. Ev malper ne tenê ji bo temaşekirina fîlman e. Di heman demê de ji bo lêkolîn û vekolandinê ye. Dîsa ji bo dîrok û niqaşên li ser sînemayê ne. Sinemaya Kurdî dide naskirin. Dîsa armanc dike ku hemû derhêner û hunermendên Kurd ên li diaspora û hemû derhênerên şoreşger li hev kom bike. Ez dixwazim Kurdê rast vebêjim. "
Baysal, xwest her kes piştgiriyê bide projeya wî û bêtir pêş bixin.



SEVDİYE ERGÜRBÜZ / DÎHA/STENBOL