Li paytexta Elmanyayê Berlînê ku ‘Mam Celalê’ me Celal Talabani lê wefat kir, du rojan serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Cenazeyê Mam Celal îro ber bi Bexdayê ve tê şandin.
Mam Celal ê ku ji 84 salên emrê xwe 67 sal bi têkoşîna çalak derbas kir, ji pêşbergetiyê heta bi serokdewletiyê çû, 3´yê Çiriya Pêşîn li Berlînê li nexweşxaneya lê derman dibû wedat kir. Ji bo Talabanî li Hotel Intercontinental a li Berlînê ji Çarşêmê û pê ve sersaxî hatin qebûlkirin. Hevjîna Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed, kurên wî Qubat û Pavel û nûnerên YNK´ê li Berlînê sersaxî qebûl kirin.
Du raojan qederê 2 hezar kesî çûn serdanê û ji çar parçeyên Kurdistanê siyasetvan jî di nava kesên çûyî serdanê de bûn. KCDK-E, KNK, PYD, NAV-DEM, Meclîsa Jinê Dest-Dan, NAV-YEK û CÎK´ê serdanên sersaxiyê yên komî kirin.
Li Debaşanê tê defnkirin
Li hola sersaxî lê hatin qebûlkirin, wêneyên Talabanî hatibûn daliqandin û sînevbîzyneke behsa jiyan û têkoşîna wî dike hat danîşan. Li holê wêneyên Talabnî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hatibûn daliqandin.
Komîsyona merasîma cenaze ya Talabanî da zanîn ku cenazeyê Mam Celal îro saet 10.30’an ber bi Silêmaniyê tê birêkirin û paşê li Debaşanê wê bê definkirin.
BERLÎN
Siyasetvanên Bakur îro diçin Başûr
Ji bo tevlî merasîma cenazeyê Pêşengê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî yê bi nav Mam Celal navdar bibin, siyasetvanên Kurd îro diçin Başûrê Kurdistanê.Mam Celal sêşema bihurî li paytexta Elmanyayê Berlînê rehmet kiribû. Heyeta ku ji siyasetvanên HDP, DBP û KCD’ê pêk tê îro diçe Başûrê Kurdistanê. Beriya ku heyet bi rê keve, li ber avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyaniyek dide. Heyet ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemir, hin parlamenter, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêk tê.
Çav li rê ye ku cenazeyê Mam Celal piştî merasîma fermî ya li Bexdayê, li Debaşan a ser bi Silêmaniyê bê definkirin.
AMED