EGÎD EREN

Îsmaîl Ozden bi nasnav Zekî Şengalî endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî û Konseya Rêveberiya KCKê bû. Mam Zekî 15´ê Tebaxa 2018´an ji bîranîna komkujiya gundê Koço vedigeriya bi hevkarên herêmî di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Şehadeta milîtanê 35 salan ê Tevgera Azadiyê û mamê civaka Êzdî, ne tenê li Şengalê di nava Kurdan hemûyan de bû sedema xemê û hêrsa li dijî dijmin û dagirkeran. Ji bo vê jî bi çalakiyên girseyî yên protestoyî û merasîman hat bibîranîn. Di salvegera şehadeta wî de ango Pêncşemê, 15´ê Tebaxê li gelek navendên Ewrûpayê bi merasîmên girseyî were bibîranîn.

Malbat diçe Şengalê

Di vê salvegerê de malbata Mam Zekî ya li bajarê Cellê yê Elmanyayê bersiva pirsên me da. Di vê navberê de em hîn dibin ku wê malbata wî ji bo bibîranînê biçe Şengalê. Meclîsa Şengalê jî ji bo vê yekê ew vexwendine.

Tevî ku salek di ser şehadetê re derbas bûye jî hevjîna Mam Zekî, dayika Gulê hê weke roja pêşî bi xem û keder e. Li ser pirsa me ya di vî warî de dibêje, “Bêguman salek bêyî wî gelek zehmet bû. Wî li wir têkoşîna neteweyî dimeşand. Em bi wî re bextewar bûn. Dilê me bi wî re bû. Em bi wî serbilind bûn. Çavê wî ne li mal û milkê kesî bû. Her kes baş dizane wî tenê aştî dixwest. Ji bo gelê me jî tifaq dixwest û ji bo vê li Şengalê bû. Ew ji bo gelê Kurd û malbata xwe xisareke mezin e. Civaka Êzdî wê ti carî bêbextiyeke wisa qebûl neke. Ew ji bo gelê xwe nirxeke mezin e. Li ku Kurdek û Êzîdiyeke bidîta himbêz dikir.”

Mam Zekî PKK ye

Xuşka Mam Zekî Xezal Ferman jî li ser birayê xwe weha dibêje, “Birayê min Zekî ji bo gelê xwe bi şeref û rûmeteke mezin ket rê. Hem ji bo me, hem ji bo xwe ya diviyabû bike, bi awayekî layiq kir. Niha li şûna wî bi mîlyonan Zekî hene. Ne tenê Êzîdxan divê gelê Kurd hemû baş zanibe Mam Zekî PKK ye. Bi lehengî û xwestekeke mezin têkoşiya.”

Xuşka mezin a Mam Zekî Dayika Perîşan jî ji bo Mam Zekî dibêje, “Ew mirovekî gelekî baş bû. Mirovekî bi şeref bû. Bila serê Rêber Apo sax be.”