Di merasîma bîranînê de hevjîna Mamê Rîşe, Kjan Hesen Kerîm (Niştiman), Serokê YNK'ê yê Berpirsyarê Malbendê yê bajarê Kerkûkê Aso Mamend, berpirsyara Komîteya Şehîdan Wesfîxan Weysî, parlamenterên YNK'ê yên Iraqê Heme Sor Duşîvanî, Rêbûwar Talabanî, hevrêyê Mame Rîşe û gelek kes amade bûn.

 

‘Em ê xeyalên wan pêk bînin’

Di merasîmê de Serokê YNK'ê yê Berpirsyarê Malbendê yê bajarê Kerkûkê Aso Mamend axivî û got: “Bi saya têkoşîna Mamê Rîşe û hevalên wî, em îro bi nasnameya xwe re dikarin bijîn." Mamend anî ziman ku Mamê Rîşe welatparêzekî evîndarê welêt bû û gotinên xwe wiha domand: ”Eger em îro li vê derê dikarin bi awayekî azad bijîn, ev yek encama berdêlên wî û hevalên wî ye. Bila Mamê Rîşe û hevalên wî xweş razên. Em ê her li ser şopa wan bin û xeyalên wan pêk bînin."

Piştî axaftinan peykerê Mamê Rîşe ku ji aliyê Riza Raîk ve hat çêkirin, bi merasîmekê hat vekirin.

 

Mamê Rîşe kî ye?

Mamê Rîşe di sala 1953'an de li gundê Taleban ê navçeya Silêmaniye Çemçemalê ji dayik bû. Di sala 1971'ê de li dijî faşîzma Îsraîlê tevlî têkoşîna azadiyê ya Fîlîstînê bû. Di sala 1978'an de vegeriya Kurdistanê, demeke dirêj li çiyayên Kurdistanê li dijî rejîma Saddam şer kir. Di sala 1985'an de di encama xiyaneteke navxweyî de hat qetilkirin. Kujerên Mamê Rişe hînê nehatine dîtin.


 KERKÛK