Hunermendê Kurd ê mezin mamoste Mihemed Mamlê li Ranya di salvegera wefata xwe de hat bibîranîn.

Li navçeya Silêmaniyê Ranyayê, hunermendê Kurd ê mezin mamoste Mihemed Mamlê di salvegera wefata xwe ya 21´ê de bi merasîmekê hat bibîranîn.

Di merasîma li Hola Azad a Ranyayê de tevî malbata hunermend Mamlê, gelek kesayet, hunermend û welatî amade bûn.

Di merasîmê de piştî peyama Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Ranya, kurê hunermend Mamlê Ebdullah Mamlê çend stranên hunermendê mezin gotin.

Her wiha hunermend Ezîz jî ji bo bîranîna Mamlê stran gotin.

‘Em li ser rêya wî dewam dikin’

Di merasîmê de Ebdullah Mamlê ji bo bavê xwe got, “Niştiman û hunermendên me vê rastiyê dizanin ku hilgirtina ziman, çand û muzîka Kurdî erkeke nîştimanî ye. Mamosta Mihemed Mamlê ev rê ji bo gel li pey xwe hişt. Lewma em li ser vê rêyê dewam dikin.”

 

SILÊMANÎ