Di aşê qirkirin û pişaftinê de, zimanê kurdî li ber xwe dide û ji bo serketinê li hêviya egîdan e. Ev rastiyek e, û mirov nikare xwe jê bide alî. Hêzên dagirker, ji bêhndan û nefesa bi kurdî heta bi gotin, tîp, hevok, û hwd. sor dibin û hewla xwe ya tinekirin, reşkirin, jihevbelavkirin, biçûkxistin û qedexekirinê kêm nakin.

 

Dikin ku civaka Kurd ji xwe bibizde û bireve. Ji erk û berpirsyariya neteweyî, parastina çand û ziman bireve. Li hinek cihan ev yek bi rehetî pêk tê. Lê di nava civaka kurd de weke her car çavbelek, egîd û hosta winda nabin. Di rojên teng de ji civaka xwe re dibin mertal û ji tîrên kuştina reş û ya sipî diparêzin. Di her qadekê de egîdek derdikeve. Di qada ziman û perwerdeyê de jî egîdek derket. Egîdê me ji herêma Êlihê ya bakurê welêt e, bi nasnavê Egîd Cîlo tê nasîn. Mamoste û heval Egîd di salên 90î de dema ku li zanîngehê di fakulteya endezyariya elektrîkê de dixwîne, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û tev li nava refên tevgerê dibe. Piştî ku bi komek hevalên xwe re tev li perwerdeya Rêber Apo dibe, bi perwerdeya rêbertî pir bandor dibe û li pirsên Rêber Apo yên mîna ʺKî ne em, divê mirov çawa bijî û çi bike û hwd.ʺ hayil dibe û diponije. Ji bo lêgerîn û naskirina bersiva van pirsan, berê xwe dide xebatên nava gel. Piştî binçavkirina rêber û stûna gelê kurd Rêber Apo, mamoste Egîd di sala 2000î de bi xebatên xwe yên civakî re yên li Rojavayê, perwerdeya zimanê kurdî dide xwendekarên kurd û bi dehan xwendekarî fêrî xwendin û nivîsa bi kurdî dike. Xebat, lêgerîn û naskirin di çarçoveya fêrkirina tîp, xwendin û nivîsê de tenê têrê nake ji bo vê yekê mamoste Egîd hewlên xwe yên ji bo danasînê kêm nake û di sala 2005an de tev li komek ji hevalên xwe komîteya ziman û perwerdeyê (KZP) dadimezirîne. Di avakirina komîteyê de gelek zor û zehmetî hene, lê ew bi hosteyî û serwextî, bi bêhnfirehî û sîngfirehî bi wan dadikeve û wan çareser dike. Mamoste Egîd Cîlo di çarçoveyeke teng de namîne û diçe her derê. Di sala 2011an de li bajarê Efrînê li gorî ku tê  xwestin dest bi perwerdeya bi zimanê kurdî dike û rêxistina Sazîya zimanê kurdî li wir xurt dike. Piştî ku agirê şoreşa gelan li Sûriyeyê pêket, êdî bi piştgirî û koordînekirina mamoste Egîd perwerde berfireh bû û di ziman û rêzimanê de asê nema. Hîmê saziya menhecan, rêvebirina dibistanan, peymangeh û zanîngehan hate danîn. Êdî qadeke berfireh û kûr kete pêşiyê. Lê ji ber ku mamoste Egîd yek ji endezyarê perwerdeyê bû, ev kar jê re hêsan hat û serkêşî kir. Gelek caran di hizûra me de bajarê Efrînê yê ku mamoste Egîd koordîneya wê dikir mînaka pêşdeçûn û asta bilind ya perwerdeyê dihate nîşandan.

Bi destdirêjî û dagirkirina dewleta Tirk ya Efrînê re mamoste Egîd li pişta gelê Efrînê bû û bi wan re zehmetî û jana dûrketina ji axê kişand. Piştî demekê mamoste Egîd ji bo birêvebirina qada perwerdeyê berê xwe da herêma Cizîrê û careke din hewla xwe ya pêşxistina civak û perwerdeyê da. Ast, zanîn, dilnizmîya wî kêm nebû lê hezkirî, heval û xwendekarên wî li Cizîrê zêde bûn. Di hundirê salekê de mamoste Egîd li Cizîrê hemûyî geriya û civîn li dar xistin. Di çarçoveya karê xwe yê pratîkî de asê nema hest, nêrîn û fikrên xwe dinivîsandin. Bi nivîsandina helbestan hestên xwe li rûyê pelên vala dikir. Egîdê endezyar, mamoste û xebatkarê gel di 13ê Sibata 2019an de dema ku li ser karê xwe bû, di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Şehadeta heval û mamoste Egîd ji bo civaka Kurd xisareke mezin bû. Çûneke bêwext bû. Li pey xwe gelek şagirt hiştin. Di 13ê meha sibatê de dê saleke xatirxwestina mamoste Egîd biqede.