Mamostayên bi peyman li bajarên Hewlêr xwepêşandan kir û daxwaz ji Desteya Wezîran kir ku bê cûdahî kar bide wan jî.

Mamostayên girêbest (bi peyman) ên bajarê Hewlêrê doh li ber avahiya Desteya Wezîran kom bûn û daxwazek pêşkêşê Desteya Wezîran kir. Li ser navê mamostayan di daxuyaniya çapemeniyê de Yadgar Mihemed axivî û got; “Ev nêzî çar salan e ku em weke mamostayên bi peyman li dibistanan kar dikin. Lê belê heta niha hikûmetê nexwestiye mamostayên bi peyman bike mamostayên giştî.”

Yadgar Mihemed diyar kir ku ew li dibistanên derveyî bajêr dixebitin, ev jî pirsgirêkên mezin ên darayî ji bo wan çêdike û got; “Heger hikûmet daxwazên me pêk neyîne em ê proseya xwendina îsal boykot bikin.” n ROJNEWS/HEWLÊR