Peymangeha Şehîd Roşîn û Şehîd Ehmed Yasîn ya amadekirina mamosteyan di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwedeyê de du dewreyên perewredeyê bi tevlîbûna 820 mamosteyan bi dawî kir.

Akademiya şehîd Roşîn dewrereya perewrdeyê bi tevlîbûna 100 mamosteyî da destpê kirin, her wiha Peymangeha Şehîd Ehmed Yasîn dewreya xwe ya ku beriya bi du mehan dabû destpêkirin, bi tevlîbûna 720 mamosteyî li dar xist. Herdû dewre bi dawî bûn û êdî 820 mamoste amade ne ku li dibistanên Girê Spî dersan bidin.

Mamosteyên ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin wê xwendekarên Kantona Girê Spî di sala xwendinê ya nû de perwede bikin.


Mezûnbûna mamosteyan cihê şahiyê ye

Komîteye Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a Girê Spî li Peymangeha Şehîd Ehmed Yasîm a li taxa Îskan a bajarê Girê Spî, merasîmek bi vê minasebetê li dar xist. Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê SPî Zelîxa Ebdê, Hemdan Ebid, endamên saziyan, Rêveberê TEV-DEM`ê Selahedîn Firat, Rêvebera Kongreya Star Peyman Cûdî, nûnerên KPC-Demokratîk, fermandarên YPJ/YPG`ê, Erka Xwe Parastin, Asayîş û bi dehan mamosteyên Kantona Girê Spî, beşdarî merasîma dawîkirina dewreyê amade bûn.

Meydana merasîma dawîkirina perwedeyê bi ala YPJ/YPG`ê, QSD`ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê hate xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtin destpê kir, paşê Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Girê Spî Zelîxa Ebdê axivî û behsa rola mamosteyan di avakirina nifşên nû de û got, her tiştî di mal û dibistanê de birêve dibe.

 Zelîxa Ebdê di dawiya axaftina xwe de spasiya hemû mamosteyan kir  û got pêşxistina şagirtin erka mamosteyan e.

Di berdewama merasîmê de  Endama KPC-Demokratîk Kamîran Îbê bi navê Peymangeha Şehîd Roşîn û bi navê Peymangeha Şehîd Ehmed Yasîn Mihemed Derwîş, axivîn û bixêr hatina hemû beşdaran kirin û soza berdewamiya kar û xebatê û pêşxistina perwerdeyê dan.

Piştî axaftinan komek ji mamosteyan şanoyek li ser xwendinê beriya aloziya Sûriyê destpê bike û di dema niha de, pêşkêş kirin. paşê komên çand û hûner yê Girê Spî stran û govend pêşkêş kirin. Merasîm bi xelekên govendê bi dawî bû. 


 GIRÊ SPÎ