Bi armanca nirxandina kar û barên 6 mehan ên mamosteyên jin li herêma Efrînê  li salona Birc Efrîn a gundê Qeretepe ya girêdayî bajarê Efrînê mamosteyên jin di bin durişman “Bi jina azad ber bi neteweya demokratî ve” û bi beşdariya 500 mamosteyên jin ên herêmê civîna xwe ya asayî lidar xistin. Salon bi wêneyên cangoriyên YPJ’ê û YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Di civînên de her wiha nûnerên ji PYD’ê, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Yekîtiya Star, Tevgera Çand û Hunerê, Saziya Malbatên Şehîdan û Komeleya Êzîdiyên Rojava û Sûriyê amade bûn.


Jinên Kurd ziman parastin 

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre 5 mamoste ji bo Dîwanê hatin hilbijartin. Piştre Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Arşam Kurdeman axaftina vekirinê kir û bal kişand ser girîngiya şoreşa zimanê Kurdî li ba civaka Kurdî ku li gel şoreşa Rojava hate meşandin û roleke wê ya sereke di birêvebirin û pêşxistina civakê de hebû. Arşam Kurdeman got ku rola mamosteyên şerê li hemberî zihniyeta rêjîma Baasê ye û rizgarkirina civakê ye û wiha got: “Rêjîma Baasê bi hemû hêza xwe hewl da ku nasnameya Kurdî bipişêfe û zimanê Kurdî tune bike. Lê rola jinên Kurd di parastina zimanê dayikê de û dewlemendkirina wê de roleke sereke bû.” Arşam Kurdeman destnîşan kir ku windakirina civakê ji ziman, çand, xaknîgarî, dîrok û wêjeya xwe ve, windakirina civakê bi tevahî ye.

Piştre Endama Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî Asmîn Bûrdam perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê rola jinan di şoreşê de xwendin.

Di civînê de gelek peyamên pîrobahiyê ku ji aliyên saziyên herêmê ve hatibûn şandin, hatin xwendin.


Xebatên 6 mehan nirxandin

Piştre rapora çalakiyên Saziya Zimanê Kurdî a herêma Efrîn a 6 mehên borî hate xwendin, di raporê de hate gotin ku ji bo zimanê Kurdî di dibistanan de fermî bibe gelek perwerdeyên zimanê Kurdî hatine vekirin, her wiha li gel Akademiya Şehîd Ferzad Kemenger û Peymangeha Viyan Amara a dîrok û wêjeya Kurdî ku roleke sereke di pêşxistina zimanê Kurdî de lîstin. 326 xwendekar beşdarî perwerdeyên Peymangeha Viyan Amara bûne. 530 mamosteyên jin ên zimanê Kurdî li dibistanên herêmê hatine belavkirin.


Pêşengên demokrasiyê

Her wiha di civînê de astengiyên ku SZK’ê rastê hatiye, di navbera beşdarên civînê de hatin gotûbêjkirin. Paşê Rêvebera Peymangeha Viyan Amara Batûfa Çekdar axivî û got ku pêwîste ji bo nifşekî nû karibe civakê birêve bibe bê avakirin hemû mamoste destê xwe bidin hev û piştî axaftinê pirsên mamosteyan bersivandin.

Her wiha Seroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokarîk a herêma Efrînê Nûrşan Hisên axivî û li hevkombûna mamosteyên jin pîroz kir û diyar kir ku mamosteyên jin ên zimanê Kurdî şoreşa jinan e. Nûrşan hêvî kir ku durişman “Bi jina azad ber bi netewa demokratî ve” bibe rêbaza hemû çalakiyên mamosteyên jin ên zimanê Kurdî û pergala netewa demokratî di civakê de biçespînin.

Civîn bi durişmeyên dilsoziya bi cangoriyan û berxwedana şervanên YPJ/YPG’ê û bi stran û dîlanê bi dawî bû. 


Biryarên komcivînê 

Di komcivîna mamosteyan de gelek biryarên giştî û yên taybet bi mamosteyên jin di saziyê de hatin girtin.

- Divê mamosteyên jin cil û bergên herêmî di munasebetên neteweyî de li xwe bikin.

-  Divê mamoste bi zewaca di temenên biçûk de razî nebin û divê li hemberî vê yekê derbikevin.

- Divê hejmara rêveberên jin bê sererastkirin.

- Divê piştgirî ji bo xweperwerdekirina mamosteyên jin bê dayîn.

- Divê hejmara mamosteyên jin bê zêdekirin.

- Divê asta mamosteyên jin bighêje serkêşiya sîstema perwerdekirina bi zimanê Kurdî.

- Divê hemû mamosteyên jin bi sîstema perwerdekirinê û çalakiyên taybet beşdarî hemleya “Bi jina azad ber bi netewa demokratî ve” bibin.

- Divê piştgiriya sîstema perwerdekirina di Peymangeha Viyan Amara ya dîrok û wêjeya Kurdî de bê kirin û bernameyeke perwerdeyên taybet bi jinan bête amadekirin.


EFRÎN