Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a bajarê Minbicê li bajêr û gundewarên wê 109 mamosteyên perwerdekirina zimanê Kurdî amade kirine.
Li gel meteryalên Erebî di dibistanan de, îsal dê bi awayekî fermî du dersên Kurdî li dibistanên Minbicê bên dayîn.
Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî a Bajarê Minbicê Îlham Etaş da zanîn ku ji bo dayîna dersên Kurdî di dibistanan de wan 109 mamoste hazir kirine.
Îlham diyar kir ku ev hejmar têrî hemû dibistanan nake, lewma destpêkê mamoste dê li dibistanên bajêr bên belavkirin.
Rêvebera SZK`ê da zanîn ku li ser daxwaza hemû pêkhateyên bajêr, ew ê dersên Kurdî bidin her kesî.
Di heman demê de xebatên amadekirina mamosteyên Kurdî bi rêk û pêk tê meşandin û di hefteya bê de du dewreyên mamosteyan wê bên bidawîkirin, her dewreyek 20 mamosteyan dihewîne.
Hevserokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Suhêl Walî beriya demekê ji ANHA`yê re eşkere kir ku 3 hezar û 600 mamoste wê li 340 dibistanan bên wezîfedarkirin. n MINBIC