Mamosteyên Wargehê pêr saet 17:00’an li dibistana Şehîd Denîz Firat kom bûn û daxuyaniyeke çapameniyê ji bo piştgiriya mamosteyan dan. Mamoste Evdila Tok daxuyanî da û got; “Hikûmeta AKP’ê hewldana darbeya leşkerî ji xwe re kiriye firsend û êrîşî kesên demokratîk û Kurdan dike. Em bi awayekî giştî li hemberî faşîzma AKP’ê derkevin û têkoşînê di asta herî jor de bilind bikin. Hikûmeta AKP’ê ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê bi serê xwe nebû desthilatdar û hemû planên wan hatin pûçkirin li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd biryara şer derxistin û bi hemû hêza xwe ve êrîşî muxalefeta rasteqîn a gelê li Tirkiyê ku bi navê HDP, DBP û derdorên sosyalîst û demokrat kirin. 


HEWLÊR