
Peymangeha Zanista Perwerdehiyê ya Şehîd Elî Şêx Dawid a bajarê Serêkaniyê di 9ʹê Gulana 2015ʹan de di roja şehadeta mamoste Ferzat Kemanger de ji aliyê Desteya Perwerdeyê ve hatibû vekirin. Peymangehê ji wê demê û heta niha 2 dewreyên perwedeya bi zimanê Kurdî û dewreyek Erebî bi dawî kir. Di 10ʹê Cotmeha 2016ʹan de dest bi dewreya sêyemîn ya Kurdî kir kir û ew dewre jî bi serketî û silametî bi dawî bû.
3 dewre Kurdî û dewreyek jî Erebî
Rêvebera Peymangehê Selwa Salih têkildarî peymangehê ev tişt anî ziman; ʺJi ber tekoşer Elî Şêx Dawid di 12ʹê Çileya 2013ʹan de di avahiya peymangehê de bersiva êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra da û di van êrîşan de şehîd bû. Me jî navê wî li peymangehê kir.”
84 şagirt û wê 2 sal dewam bike
Selwa Salih diyar kir ku bi saya dewreyên peymangehan di dibistanana ku mamoste tunebûn de mamoste hatine bicîhkirin û wiha peyivî:”Mamosteyên dewreyên berê di çend heyvan de derabasî dibistana hatin kirin. Dewreya mamosteyên kurdî ya sêyemîn jî di 10ʹê Cotmeha 2016ʹ an de destpê kir. 84 şagirt tevlîbûne û dewre mihtemelen 2 salan wê dewam bike.”
ELÊ FERHAN / ANHA / SERÊKANIYÊ