Komîteya Perwerdeyê ya girêdayê Meclîsa Sivîl a Tebqayê 250 mamoste li 5 dibistanên bajêr belav kirin û zarok amadekariya tomarkirinê dikin. Li aliyê din li dibistanên Efrînê şagirtan doh dest bi dibistanê kir.
Ji ber dagirkeriya 6 salan, bi hezaran zarokên bajarê Tebqayê ji mafê xwendinê bêpar man û materyalên ku komên çete fêrî wan dikirin, bandorê li ser mejiyên wan kir.
Piştî bidawîbûna amadekariyên Komîteya Perwerdeyê ya sala nû ya perwerdeyê û sererastkirina dibistanan, mamoste li dibistanên bajêr belav kirin.
Heta niha 5 dibistanên bajêr amadekariya pêşwazîkirina şagirtan dikin ji bo destpêka Cotmehê. Tê payîn ku heta dawiya meha Îlonê dibistanên Umer El-Mixtar, Senewberî yên li taxa Mesher, Cahiz a li taxa Kesara, Qurtuba ya li taxa duyemîn û dibistana 16′ê Tişrînê ya li taxa Wehib, yên seretayî, navîn û amadeyî, amade bin. Li her dibistanekê nêzî 36 refan hene.
Pirtûkên dibistanê wê li şagirtan bêne belavkirin û mamoste li ser materyalên xwendinê mehekê perwerde bibin.
Endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Hikmet Qadir da zanîn ku dibistan wê bêne paqijkirin û ji bo destpêka Cotmehê, şagirt bêne tomarkirin.
Qadir anî ziman ku piştî cih ji koçberên li dibistanên herêmê bicihkirî re hat dîtin, ew ê hemû dibistanan ji bo perwerdeyê amade bikin.
Li Efrînê derî vekirin
Dibistanên herêma Efrînê ji bo sala xwendinê ya 2017-2018`an, deriyên ji şagirtan re, vekirin.
Doh bi hezaran xwendekarên ji kantona Şehba û Efrînê yên hersê astên xwendinê ber xwe dan dibistanan û dest bi sala xwendinê ya nû kirin.
Kantona Efrînê
Li kantona Efrînê 43 hezar xwendekar li ser 316 dibistanan hatine dabeşkirin, her wiha Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) hejmarek ji dibistanên ku bi sedema topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê li gundên li ser sînor hatibûn girtin ji bo sala nû ya xwendinê amade kir û wê xwendekar li ser metiryalên KPC-Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, perwerde bibin.
Kantona Şehba
Li kantona Şehba ya herêma Efrînê jî 24 dibistanan piştî 3 salan ku xwendekar ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê ji xwendinê dûr ketibûn, deriyên xwe vekirin.
TEBQA/ EFRÎN