Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bawername li mamosteyên nû hatin belavkirin. Piştî ku mamosteyên nû bawernameyên xwe wergirtin, Endama Saziya Zimanê Kurdî Jîn Efrînî ji mamosteyên nû re axivî û vê peyamê da: ''We bawernameyên zimanê Kurdî wergirtin, gerk hûn ji bo parastina zimanê Kurdî kar û xebatên xwe zêde bikin û bermahiyên şofînist yên ku rêjîma Bass li ser zimanê Kurdî kiriye hûn hewl bidin bi dawî bikin."
ANF/EFRÎN