Di 16’emîn salvegera çalakiya fedayî ya gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de, hevalê wê yên têkoşînê Serhed Engîzek çalakî û kesayeta Zîlan vegot. Engîzek di destpêka axaftina xwe de li ser gotina Zîlan sekînî û diyar kir ku Zîlan her tim digot ‘Xeterî li ser serokatî heye ger tiştek ji Serokatiyê bê wê tevger ji holê rabe, çi bi serê serhildanên berê îhtîmal heye ku wê heman tişt bi serê me de jî bê, ji bo wê parastina serok beriya her tiştî tê. Her wiha pêwist e, ku dijmin bizane wê bi rehetî nikaribe nêzî Serokatiya me bibe. Bêguman armanca çalakiya Heval xwedîderketina li Serokatiyê bû.’
Serhed Engîzek, got ku di sala 1996’an de ji bo civîneke kom bûne û vê demê Zîlan nas kiriye. Engîzek, da zanîn ku di vê civînê de çend hevalan pêşniyarên xwe ji bo çalakiya fedayî kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heval Zîlan ji bo çalakiya fedayî xwe pêşniyar kir. Min bi vê pêşniyarê Zîlan nas kir. Piştî wê hevdîtina me ya yekem û şûn ve Zîlan û sê heval hatin cem me. Ji bo çalakiyê jî zêde bawerî pê nedihat dayîn ku Zîlan çalakiyek wisa bi deng pêk bîne. Heta em hinekî jî aciz bûn û me got; ‘Madem ku baweriya we bi heval nayê wê demê çima hûn heval rê dikin çalakiyê?’ Piştî ku heval çûn me jî bi Zîlanê re hinekî nîqaş kir. Ji ber ku Îsa not şandibû ji bo ku em baş amadekariya çalakiya heval bikin.”

Ocalan baş fêm kiribû
Engîzek, destnîşan kir ku piştî demekê Zîlan nameyên xwe û hinek nivîsên xwe parve kiriye û nîqaş hîn zêde germ bûn û wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Min ji Zîlan pirsî ‘Tu hevaleke nû yî, hîn saleke te temam nebûye û hîn kêmasiyên te di aliyê leşkerî û jiyanê de hene’ Zîlan ji min re got, ‘Rast e hîn kêmasiyên min hene; lê ez di wê baweriyê de me ku min Rêber Apo baş fêm kiriye, ji bo wê ez dixwazim bersiva demê bi çalakiya xwe bidim.’ Hevala Zîlan ji min pirs kir û got ‘Te bi wan hevalan re çi nîqaş kir, mîna di navbera we û hevalên ku bi min re hatine de nîqaşek çêbû, we çi nîqaş kir?’ Lê, min ji Zîlanê re negot, rewş wiha ye, heval bi çalakiya te bawer nakin. Min tenê got, ‘Di nêzîkatiyên hevalan de hinek kêmasî hebûn min ew rexne kirin.”

Çalakiyeke mezin dike

Serhed Engîzek, di axaftina xwe de qala nêzîkatiya Zîlan a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava ku Zîlan qala Rêber Apo dikir te digot Zîlan bi salan bi Rêber Apo re maye û di aliyê jiyanê de daye û stendiye, wisa girêdanek wê ya mezin bi Rêber Apo re hebû. Zîlan ji me re got; ‘Tiştên ku heval ji min re gotine wê çalakî li Elezîzê li Navenda Walîtiyê bê kirin. Lê ez hinekî bi vî cihê ku hatiye diyarkirin ne îqna me. Ez dixwazim çalakiyek mezin bikim. Ji bo wê pêwist e ku hûn bi min re bibin alîkar.’
Engîzek got ku beriya çalakiyê dewleta Tirk agahî girtibû ku hinek gerîlla ji bo çalakî lidarxistinê hatine bajêr û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ku Heval Zîlan çalakî bike di Tv’yên Tirkan de nav û wêneyên hevalên ku çalakiyên fedayî bikin derketin û yek ji wan kesan jî Zîlan bû. Ji bo wê dewletê tedbîrên xwe girtibûn. Cihê ku em lê bûn 15 km ji Dêrsimê dûr bû. Di vê mesafeyê de 5 cihên kontrolê ava kiribûn. Beriya vê jin kontrol nedikirin, piştî ku navê hevalên jin di warê çalakiyê de di çapemeniya Tirk de derbas bû, êdî jin jî kontrol dikirin. Zîlan maddeyên teqemeniyê li ser xwe girê dabûn; wekî jinekî ducanî xuya dikir. Ev rewş jî dihêle ku di nava malbatê de gotûbêj çêbibin. Malbat di nav xwe de nîqaş dikir, ango çima ev heval di nava partî de wisa ducanî ye. Heta di nav malbatê de hinek kes diçin nêrînên cuda. Roja din milîsê me hat gel me, ji me re got ku di nav malê de nêrînên nebaş der heqê Zîlanê de têne gotin û nexweşî di nav malbatê de çêbûye. Lê belê me nikarîbû em vê rewşê ji malbatê re bêjin.’ Zîlan piştî helwestên malbatê neçar dibe ku cihê xwe biguherîne.”

Zîlan teqînek mezin pêk anî

Engîzek wiha qala çalakiya Zîlan kir: “Zîlan piştre diçe mala hevala xwe, li nexweşxaneyê. Ji ber ku malbata wê hevalê nizanin ku Zîlan beşdarî nav refên gerîlla bûye tu gumanên wan çênabin. Me plansaziya çalakiyê li gorî roja çarşemê kiribû, ji ber ku roja înê wê al hatiba daxistin. Lê belê me hesabê roja cejnê nekiribû, ji ber roja çarşemê cejn bû. Dijmin roja çarşemê al hildabû. Heval Zîlan ji hevala xwe dipirse; ‘Çima îro leşkeran ala xwe hildane?’ Hevala wê dibêje: ‘Ji ber roja çarşemê cejnin e bo wê hatiye hildan. Ji bo wê Heval nikarîbû çalakiya xwe bike. Roja yekşemê derdora êvarê Zîlan çalakî pêk anî. Ji me re agahî hat ku di nava bajêr de teqînek mezin pêk hatiye.”

Çalakiya Zîlanê bawerî afirand
Engîzek, diyar kir ku Zîlan tenê salek di nava Tevgera Azadiyê de li çiyayê Dêrsimê mabû û got ku ji wan tevan zêdetir rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêm kiribû. Engîzek pêvajoya çalakiya Zîlanê û bandora çalakiya wê wiha anî ziman: “Nizanim çiqas çalakiya wê bi dilê wê pêk hat, lê belê çalakiya Zîlan çalakiyek ku dijmin ji her alî ve hejand û rojev ser û binî hev kir. Xitimandina ku di warê taktîkî de me wê demê dijiya, Zîlan bi çalakiya xwe da guhertin û riya derbaskirinê nîşanî me da. Bêbaweriya li hemberî hevalên jin û artêşbûna jinê tev ji holê rakir.” 

FRANKFURT