ZEYNEP TURGUT / JINNEWS / COLEMÊRG


Li navçeya Colemêrgê Geverê li gundê Qadiyan, dayika Hacer Sevîm hevaltiyê bi maran re dike û  bi afirinerî û dilovaniya xwe destûrê nade li gund mar bên kuştin. Dayika Sevîm biçe kîjan malê, ger mar lê hebe, hîs dike û bi dûrikê marî ji kunê derdixîne û bi vî awayî wan ji mirinê xilas dike. 

Ji dîrokê heta niha, mirov her tim ji maran tirsiyane û ti caran bi maran re hevaltî nekirine û têkilî dananîne. Di efsaneyan de jî xiyaneta mirovan a bi Şahmaran re, tê vegotin û di efsaneye de tê  gotin, ji wê demê û bi şûn ve baweriya maran bi mirovan nemaye û Şahmaran xiyaneta mirovan ji maran re vegotiye û mar birêxistin kirine. Her wiha tê gotin, mar ji wê demê şûnde bûne dijminê mirovan. Her çiqas di efsaneyan de wisa be jî  hogiriya mirovan û maran hîna dewam dike. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gundê Qadiyan, dayika bi navê Hacer Sevîm li gund weke  ‘Hevala maran’ tê nasîn. Herkes gava ku marekî dibîne yan dewl dide bikuje, yan jî pirr zêde ditirse. Lê dayîka Hacer li gund bi her marî re  hevaltiyê dike û ji marên nexweş re jî şîfayê tîne. Li kîjan malê mar hebe, dayika Hacer hîs dike û destûrê nade ku xwediyê malê mar bikuje û bi dilovaniya xwe mar ji kunê derdixîne. 

 

Bi dua û dilovaniyê ji kûnê derxistina mêr

Dayika Hacer diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve ji maran gelekî hez dike û got, mar  hem şifa ye hem jî perçeyek ji xwezayê ye û wiha axivi: “Ez ji temenê xwe yê biçûk û heta niha ji maran gelekî hez dikim. Mar jî perçeyekî xwezayê ye. Me bi dijminahiya bi xwezayê û heywanan mezin dikin. Lê hezkirin nayê hînkirin. Di jiyana xwe de mirov ji çi tirsiyane, min ji wî tiştî hez kir. Divê mirov her tim hezkirinê biceribîne. Li gundê me jî berê mar pirr zêde dihatin kuştin. Lê afirîneriyeke min heye. Mar gava ku dengê min dibihîzin tên dengê min. Gava ku mirov bi dilovanî nêzî wan dibe, ew jî bi dilovanî nêzîk dibin. Dûrika min a ji bo maran a taybet heye, gava ez wê dûrika weke duayê dikim, mar ji kuna xwe derdikevin û tên derdora min disekînin. Mar di tibê de jî şifa ye. Mirov dikare ji hebûna wan sûdê wergire. Lê mixabin em bi qetilkirina wan mijûl in.”

 

‘Mar zêdetir baweriyê bi dilovaniya jinan tînin’

Dayika Hacer, anî ziman ku divê mirov bi xwezayê re her tim têkiliyê dayne û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Ez naxwazim ti heywan bê kuştin. Bi kuştina heywanan re xweza jî tê texrîbkirin. Ji ber vê yekê jî divê em xwezaya xwe biparêzin. Ji ber ku ez ji maran hez dikim û bi wan re hevaltiyê dikim, li vî gundî  gelek kes ji min ditirsin. Lê dîsa jî ez guhdariyê li wan nakim. Gava ku ez diçim malekê heger mar lê hebe, ez hîs dikim. Pişt re ez bang li marê heyî dikim û ji kunê derdixînim. Li Geverê havînê gava ku mar derdikevin, her gundek bangî min dike û ez diçim wan gundan. Mar zêdetir baweriyê bi dilovaniya jinan tînin. Ji ber wê yekê jî tên dengê jinan.”