Nivîskarê Kolombî Gabriel Garcia Marquez 6'ê adara 1927'An de hatiye dinê. Heta niha bi dehan pirtûkên wî hatine weşandin. Romana wî ya ku herî zêde tê nasîn "One Hundred Years of Solitude (Tenêtiya Sedsalan)" ye ku di sala 1967'an de hat weşandin. Ev roman li gelek zimanan hat wergerandin û bi ser 30 mîlyon hebî de hat firotin.
'Heger ez bimirim'
Wî kurtedemek berê got ku êdî dixwaze bimire û nameyek li dû xwest. Vaye beşek ji wê nameyê: "Eger hat û Xwedê jiyaneke din da min, ezê baskan bidim zarokan, lê ezê bihêlim ku ew bixwe bifirin. Ezê kal û pîran hînî wê yekê bikim, ku mirin ne bi pîrbûn yan bi kalbûnê re tê, lê bi jibîrkirinê re tê. Ez ji we hînî gelek tiştan bûm mirovno, ez hîn bûm ku her kes dixwaze li serê çiyê bi cih bibe û li wir bijî, lê ew nizane ku kêfxweşiya mezin di hilkişandina çiyê bi xwe de ye. Ez hîn bûm ku ji mafê mirovekî ye ku ji jor ve li mirovekî din binêre, tenê gava ku bixwaze alîkariya wî bike, da ku rabe ser xwe. Ez ji we hînî gelek tiştan bûm, lê hindik ji wan tiştan wê karibin fêdê li min bikin, ji ber ku berî ez çenteyê xwe ji wan dagirim, wê dema xatirxwestina min a ji jiyanê hatibe."
MEKSIKO