Gola Dukan li navçeya Dukan a girêdayî parêzgeha Silêmanî ye. Di werza girtina masiyan de gelek qelebalix dibe. Gundiyên derdora golê, xwe bi masîgirtinê mijûl dikin. Heta astekê jî debara xwe pê dikin.

Welatiyên sînorê herêma Raperîn û navçeya Dukan, salane di dema werza masîgirtinê de dest bi girtina masiyan dikin. Ji bilî kesên debara xwe bi masîgirtinê dikin, gelek kes hene ku tenê ji bo kêfa canê xwe nêçîra masiyan dikin û wextekî xweş li ser golê derbas dikin.


 ROJNEWS / DUKAN