Kurdî  êdî li disîplînên zanistî yên cûrbicûr jî, tê bikaranîn. Girêdayî vê, pêdiviyên xebatên akademîk jî zêde dibin. Ji lewre jî sal bi sal berhemên akademîk û zanistî di nav refên pirtûkan de cîhê xwe digirin. Berhemên di warê zanistî de vê dawiyê ji weşanxaneya Lîsê derçû. "Ferhenga Termên Matematîkê" bi amedekariya nivîskar û wergêr Dîlawer Zeraq û Mem Wenda  derket. Ev  berhem di  termînolojîya matematîkê ya kurdî de cîhekî vala, dagirt.

Kurd di demeke dîrokî re derbas dibin, êdî bi destên xwe dibistanên xwe ava dikin û xwe bi xwe perwerde dikin, lewre pêdiviyek hebû bi çavkaniyên wiha. Ji vê ferhenga ku ked û xwêdaneke mezin hatiye serfkirin, him şagirt him jî mamoste dikarin sûdê jê wergirin, di heman demê de ku dixwazin kurdîya xwe bi pêş de bibin, ji bo wan jî çavkaniyeke bêhempa ye. Amadekar Dîlawer Zeraq bi nasnameyên  xwe yê wêjekarî û wergêriyê  tê naskirin. Her du nivîskar jî mamosteyên matematîkê ne. Vê carê, zanîn û tecrûbeyên xwe yên pîşeyî xistine xizmeta kurdî.


Di binavkirina terman de zimanê rojane

Wergêr û wêjekar Dîlawer Zeraq diyar dike ku ev berhem bi gir û gilover di 4 salan de hatiye berhevkirin û wan hewl daye ku zimanên rojane zedetir  bi kar bînin di binavkirina terman de. Birêz Zeraq prosesa berhevkirinê wiha bi lêv dike: "Me sala 2011`an dest pê kir. Me xwest binavkirina terman (navên têgihî) ên matematîkê ji mantiqa Kurdi û mantiqa matematîkê ava bikin. Her wiha, heta ku ji me hat me xwe gihand xebatên ku beriya vê xebata me hatine kirin û me kelk û sûd jî ji wan wergirt. Ez dikarim bibêjim, ji sedî deh termên di nav ferhengê de ji wan xebatan hatin wergirtin." Her wiha Dîlawer Zeraq got, di binavkirina terman de xwestine li ser gotinên jiyanî ên Kurdî ku têkiliya wan bi matematîkê re heye ava bikin û mînaka  'kuj' dide: "Peyva 'kuj' di Kurdiya rojane û aktuel de, tê wateya goşe; loma jî me ji bo 'goşe-angle' peyva 'kuj' bi kar anî. Û ji vê jî, peyva 'açı- angle' wekî  'kujî' çêkir. Her wiha di warê car kirarên sereke de jî me sîstemeke wiha ava kir. Wekî; Kêman-Koman-Caran-Paran (Çıkarma-Toplama-Çarpma-Bölme) yanî me sîstemeke mantiqî,zimanî û danî saz kir.


Her zanistek xwedî zarevayekî ye

Amadekar û di heman demê de jî mamosteyê matematîkê Mem Wenda têkiliya ziman û zanistê datîne û dibêje, ne tenê gel, her zanist jî xwedî zaravayekê ye û wiha pê de çû: “Her gelek xwedî zimanekî û zaravayan e. Bi rêya van ziman û zaravayan têkiliyê bi hev re datînin û digihin hev. Lê îcar, ji bilî gelan her zanistek jî xwedî zaravekî ye. Ji ber ku zanist jixwe têra xwe kûr e, divê bi awayekî pratîktir û ligel kûrahiyê jî kurttir bibe." Mem Wenda diyar dike ku  matematîk  ne bi tenê zanistî ye, lê bi her awayî tiliya xwe xistiye nav hemû ziman, zanist, huner û cûreyên wan. Ji ber ku matematîk di nava her beşê jiyanê de aktîf e. Amedekar Wenda sazî û nivîskaran rexne dike û dibêje, ji alî saziyan ve divê ev xebat ji zû de bihata kirin ji ber ku karên wan bixwe ye. Her wiha Mem Wenda ne di vê baweriyê de ye ku ev berhem bi her awayi valahiyên heyî dadigire û wiha dipeyive: "Valahî di vî warî de û di gelek warên din jî  zêde ye. Gelo me di warê matematîkê de ev valahî dagirt? Naxêr! Tenê me sazî û nivîskar û berendamên nivîskaran pê hesand."


´Helbet wê şaşî hebin´

Heri dawî Mem Wenda di biwara çavkaniyan de ku ji wan sûd wergirtine jî agahiyan dide û wiha axaftina xwe didomîne: "Heta niha mixabin di vî zevîyî de tu xebatên bi rêk û pêk û cidî nehatine kirin. Me ji berhemên klasîk ên kurdî  ku me bi dest xistin, ji ferheng û kovarên kurdî, ji kelepûra kurdî sûd wergirt. Ji bilî vê jî gelek caran em bêçare man û me termên nû afirandin. Helbet dê kêmanî an şaşî di vê berhemê de jî  hebin. Hêvî dikim ku kesên elaqedar bi çavên zoq li berhema me dakevin û van şaşî û kêmanîyan çareser bike. Li gelê kurd pîroz be!”

Ferhenga Termên Mamatîkê ji du beşan pêk tê. Beşa yekem de term (navên têgihî) wekî Kurdî-Fransî-Îngilizî-Almanî-Tirkî hatine rêzkirin. Di beşa duyem jî term, wekî; Tirkî- Kurdî hatine rêzkirin.


ÎBRAHÎM BÛLAK