Malbata şervanê YPG’ê, rojnamevan û xebatkarê Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel Mazlûm Bagok di roja yekemîn a salvegera şehadeta xwe de merasîmek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan lidar xist. Bagok di 28’ê îlona 2014’an de dema ku berxwedana şervanên YPG’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Rebîa dişopand û rastiya berxwedanê radigihand raya giştî, jiyana xwe jidest dabû.
Di merasîma bîranîna Mazlûm Bagok de bi dehan welatî û hevalên wî yên rojnamevan, endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava, ciwanên PYD´ê, Ciwanên Partiya Lîberal a Kurdistanê û ciwanên Partiya Çep a Kurd li Sûriye amade bûn.
Di axaftinên di merasîmê de fedakariya ku têkoşeran ji bo jiyan û welatekî azad û demokratîk ji gelên herêmê re hate ziman.
QAMIŞLO