Mihrîcana Govendên Kurdistanê ku weke çalakiya demdirêj a Kurdistaniyên li Ewrûpayê her sal tê lidarxistin, îsal wê cara 31’ê were lidarxistin. Mihrîcan wê 19-20’ê Gulanê li Hannoverê pêk were. Mihrîcana Govendên Kurdistanê wê îsal cara 31’ê pêk were û 19-20’ê Gulanê li bajarê Elmanyayê Hannoverê bê lidarxistin. Ji herêmên cuda yên Kurdistanê wê îsal 31 komên govendê tevlî mihrîcanê bibin. Mihrîcan wê bi meşa bi sedan lîstikvanê govendê û hunermendan dest pê bike û piştî pêşbirka 2 rojan wê xelat li serketiyan bên belavkirin. Êdî rêûresmek e Ji endamên Komîteya Amadekar a Mihrîcana Govendên Kurdistanê, Mustafa Şahîn qala dîroka mihrîcanê kir. Şahîn bi bîr xist ku mihrîcanê di destpêka salên 1980’yî de li Ewrûpayê dest pê kir û got, “Kevintirîn Mihrîcana Çand û Huner a Kurdan e ku ji aliyê HUNERKOM’ê ve hate organîzekirin. Bi awayekî fermî sala 1986’an li bajarê Frankfurtê dest pê kir. Ji hingî ve bi rengekî rêûresmê her sal tê lidarxistin.” Şahîn diyar kir ku amadekariyên wan qediyane û got, “Ji ber ku her sal tê kirin, di amadekariyan de pirsgirêk çênabin. Bi mehan e meclîs û komîsyon dixebitin.” Ji bo parastina çanda Kurdî Şahîn işaret bi armanca festîvalê jî kir û got, “Armanc ji mihrîcanê ew e ku li Ewrûpayê çanda Kurdan bê parastin. Komên me dixwazin kar û hunerê xwe bi gel re parve bikin. Her wiha piştevaniya xwe nîşan bidin. Em ê bi cilûbergên xwe yên gelêrî, bi govend û amûrên xwe li nava bajêr bimeşin. Hunermendên me yên mêvan jî wê derkevin ser dikê. Roja duyemîn jî wê komên me hunerê xwe pêşkêş bikin.” Mustafa Şahîn da xuyakirin ku bi sedan komên govendê li gelemperiya Ewrûpayê hene û got, nêzî 3 hezar, 3 hezar û pênc sed kes jî di nava komên govendê de cih digirin. Şahîn diyar kir ku endamên jûriyê di mihrîcanê de wê di gelek beşan de wê xelatê bidin koman.  KOLN