Namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Erşed Hisên Lolanî ku dema artêşa Tirk kete xaka Başûrê Kurdistanê, pêşwazî lê kir û li gundê Bermîze mal bi mal digerand, bû parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Erşed Hisên Lolanî bi 8 hezar û 436 dengan bû parlamenterê PDK'ê. Di 1'ê Hezîrana îsal de Erşed Hisên Lolanî, dema ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê ketin gundê Bermîze yê Sîdekan a herêma Brodost  bi cilûbergên Kurdî pêşwazî li artêşa Tirk kir û mal bi mal gerand. Her wiha ji bo dagirkeran tercumanî jî dikir. Wê demê wêne û dîmenên pêşwazîkirina artêşa Tirk a dagirker li ser torên civakî belav bûn û rastî bertekên tund hatin. HEWLÊR