Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb piştrast kir, ku hin personelên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê wan ve hatine girtin. 

Diyar Xerîb  li ser mijarê û hesasiyeta wê got, “Divê Tirkiye kêfxweş be, ku me heta niha ev kesên girtî, dîmenên wan di medyayê de neweşandine. Me dikarîbû kîs bixista serê wan û dîmenê wan di medyayê de biweşanda.”

Beriya bi çend rojan, Nûnerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) li Enqereyê Behroz Gelalî hatibû dersînorkirin û nûnertiya YNK’ê ya Enqereyê jî hatibû girtin. Gelalî yê vegeriya Silêmanî gotibû, “Li nava Silêmanî pirsgirêkek di navbera me û Tirkiyeyê de derket.”

Piştî Gelalî, endamê Polîtburoya YNK’ê û berdevkê partiyê Sedî Ehmed Pîrê peyivîn û gotin, “Endamên MÎT’ê li dijî PKK’ê amadekariya operasyonê kirin. Ji ber ku di vê operasyonê de bi ser neketin û ev personelên MÎT’ê ji aliyê PKK’ê ve hatin girtin, Tirkiyeyê ji ber vê bûyerê em sûcdar kirine.”

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb, li ser detayên mijarê got, “Weke Sedî Ehmed Pîre got, ‘ev helwêsta Tirkiyeyê ji ber serneketina operasyona dewleta Tirk a li Silêmaniyê ye’.” Diyar Xerîb îşaret bi daxuyaniyên berpirsekî YNK´ê li Hewlêrê kir ku nerazîbûn ji hebûna operasyonên MÎT´ê li Başûrê Kurdistanê nîşan nedida lê PKK weke tehlûekeyekê bi nav dikir û got, YNK bi ya bî berpirsê xwe bike, wê tevahiya operasyonên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi rewa zanibe û xweparastina PKK´ê ne rewa.


Em dikarin derxînin pêşberî çapemeniyê

Diyar Xerîb li ser endamên MÎT’ê yên hatine girtin jî got, “Ne demek pir kevin e û li bîra me hemûyane ku 2003’an çawa Emerîkayê kîs xiste serê eskerên Tirk ên li Silêmanî û li ser çapemeniyê jî ev dîmen belav kirin. Ev jî tenê ji bo wê kirin ku ji Tirkiyeyê re bibêjin ‘te sînorê xwe derbas kiriye û mafê te nîne li Silêmanî û Iraqê hebûna te wiha hebe’. Divê niha Tirkiye kêfxweş be ku bi heman şêweyê 2003’an me ew dernexistin pêşberî çapemeniyê.

Bêguman PKK dikare van endamên MÎT’ê ku xwestine sînorê parêzgeha Silêmanî bikin cihê afirandina kaosê û êrîşa li dijî rayedarên PKK’ê, li ser çapemeniyê nîşan bide. Eger ev nekiribe, ev jî ji bo xelkê Kurdistanê xelkê Silêmanî û YNK’ê weke sûcdar nîşan nede ye. Lê eger pêwîstî pê hebe, dikare vê bide çapemeniyê.”

Diyar Xerîb îşaret bi plana Tirkiyeyê kir û got, armanca Tirkiyeyê ne tenê reşkujiyên li dijî PKK´ê bûn lê di heman demê de afirandia kaosê di nava YNK´ê de jî bûye. Xerîb ji ber vê yekê jî xwest YNK serê xwe li ber zextên dewleta Tirk a dagirker netewîne. 


ROJNEWS