Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera yekemîn a rizgariya Reqayê daxuyaniyeke belav kir. YPJ’ê ragihand ku bi rizgarkirina Reqayê re dîwarên koledariyê rûxiyane û got, “Azadiya Reqayê bû hêvî ji hemû jinan re.”

Daxuyaniya YPJ’ê bi vî rengî bû:”Em salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ku bi pêşengiya jinên Kurd, şervanên YPJ’ê, jinên li seranserî cîhanê têdikoşin û tevahî jinên Rojhilata Navîn pêk hat, li gelê Bakurê Sûriyeyê, tevahî jinan û mirovahiya ku li hemberî terora DAIŞ’ê serî rakir û têkoşiya pîroz dikin. Di kesayetiya şehîd Zozan, Arîn, Hebûn û Sozdaran de em hemû şehîdên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de kedeke bêhempa raber kirin bi bîr tînin. Soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan re dubare dikin.

 

Weke bazara firotina jinan bi kar dianî

Çeteyên DAÎŞ‘ê bajarê Reqa ji bo xwe weke paytext bi nav kiribûn. Çeteyan, bi hezaran jinên bê parastin dîl girtin, kirin qefesan, firotin û kuştin. DAÎŞ‘ê li bajarê Reqayê weke bazara firotina jinan bi kar dianî. Ew dîwarên koletiyê ku li derdora civaka me ya Ereb hatibûn lêkirin û çerşefên reş ku li rûyê jinan hatibûn pêçandin bi destê şervanên me hatin avêtin û şewitandin.”

 

Tola jinên Êzîdî bû

YPJ’ê got, rizgarkirina bajarê Reqayê, di heman demê de bû hilanîna tola jinên Êzîdî û wiha pe çû: “Bajarê Reqayê ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de ma, bi berxwedaneke mezin a dîrokî ji dagirkeriya DAÎŞ‘ê hate rizgarkirin. Rizgarkirina bajarê Reqayê her wiha têkçûna hişmendî û pergala zilamê serdest bû. Bajarê Reqayê, eniya berxwedanê ya hemû jinên cîhanê ava kir. Vê destketiyê yekîtiya giyanî di navbera jinên Kurd û Ereb de afirand.”

 

Silav li şervanên li Dêra Zorê

Şervanên me bi berxwedane mezin li ber hovîtiya DAÎŞ‘ê rabûn û destketiyên gelekî mezin bi dest xistin. Di encama vê sekna leheng de ku li Reqa û cihên din hate raberkirin, niha pêngava ‘Şerê tinekirina terorê’ tê meşandin. Bi vê wesîleyê em hemû hevalên xwe yên niha li eniya Dêra Zorê li ber xwe didin silav dikin. Têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê serketina demokrasî û azadiyê ye. Di heman demê de hêviya paşeroja azad e ji bo hemû gelan.”