Şerê rûxandina bajarên Kurdistanê ku dewleta Tirk 14’ê Kanûna 2015’an dayî destpêkirin û êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê, li Amed, Êlih, Dîlok, Mersîn û Wanê hatin şermezarkirin.
Li ber avahiya bajêr a HDP’ê ya Wanê bi beşdariya hevserok, rêveberên HDP’ê, DBP’ê yên bajêr, parlamenterê HDP’ê Murat Sarisaç û nûnerên KCD’ê, aktivîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.
Di çalakiyê de wêneyê Mehmet Tunç û Dayika Taybet ku di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûbûn, hatin hildan, pankarta li ser nivîsandî ‘’Me serî netewand, bi me serbilind bin’’, ‘’Em bi we serbilind in’’ jî hate hilgirtin.
Parlametner Murat Sarisaç got, ‘’14’ê Kanûna 2015’an li dijî bajarên Kurd pêvajoya hilweşandinê dest pê kir. Hikûmeta AKP’ê bi plana têkşikandinê, pêvajoya çareseriyê qedand û pêvajoya hilweşandinê da destpêkirin.’’
Êriskirina grevên birçîbûnê
Sarisaç çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî bi bîr xist, û got, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 3 sal in tecrîdeke giran heye û greva birçîbûnê li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin. Sarisaç got, ji bo desteka li greva birçîbûnê li Wanê jî greva birçîbûnê dest pê kiriye, lê bi rengekî nehiqûqî hêzên çekdar ên Tirk eriş birine ser çalakgeran û gelek hevalên wan destgîr kirine.
Têkildarî êrişa balefirên şer ên Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê jî Sarisaç got, ‘’Bi êrişa hewayî ya li dijî Mexmûrê û Şengalê mirovên sivîl têne qetilkirin. Kurd ji van deran çûn, xwe li Mexmûre girtin, lê dîsa jî xilas nebûn. Gelê Şengalê ku bi berxwedana xwe ji DAIŞ’ê xilas bû, niha Tirkiye êrişê dibe serê. Ev êriş hemû li dijî Kurdan in. Lê gel li dijî van êrişan li ber xwe dide. Em li ber Mehmet Tunç û hevalên wan bejna xwe ditewînin.’’
Çî dîbe bîla bîbe dê encam mûhteşem be
Li Amedê jî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê parlementera Amedê Remziye Tosun daxuyanî da çapemeniyê. Di destê çalakgeran de pankarta li ser nivîsandî "Çî dîbe bîla bîbe dê encam mûhteşem be”, hebû. Li Dîlok, Mersin û Êlihê jî li nava avahiyên HDP´ê daxuyanî hatin dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN