Ayşe Efendî hemû êş û jana xwe daye aliyekî û bi ruhê serferberiyê xebatên rêxistina berxwedana Kobanê dimeşîne. Ayşe Efendî diyar kir ku Rojava di rojên dîrokî de derbas dibe û gelê Rojava bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Ayeş Efendî destnîşan kir ku gelê kurd hebûna xwe bi dinyayê daye hîskirin û wiha got: “Gelê li Rojava nîşanî her kesî da ku ew dikarin di aliyê leşkerî, rêveberî û civakî de xwe bi rêve bibin. Ev yek jî bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê pêk hat.”


‘We hesabê şaş kiriye’

Ayşe Efendî da zanîn ku wan soza azadiyê xwarine ku heta dawiyê dê li ber xwe bidin û wiha pêde çû: “ Me bi hesretên dilên dayikan, hesreta Amed, Dêrsim, Qamişlo û Efrînê û bi felsefeya Rêber Apo sond xwariye. Em di serî de malbatên şehîdan û hemû kurd çawa ku Omer Muxtar û kalan dest û lingên xwe girêdan, emê jî dest û lingên xwe girê bidin û li hemberî tankan bisekinin. Em welatê xwe bi tu awayî terk nakin.” Ayşe Efendî bilêv kir ku ew heta dayê bi şervanên YPG/YPJ’ê re ne û wiha domand: “Heke hêzên navneteweyî fermana komkujiya kurdan dabin ez ji wir ji wan re dibêjim, hûn di vê hesabê xwe de şaş in.” Ayşe Efendî got ku Kobanê tu caran dê nebe wekî Şengal û Helebce û Kurd jî ne kurdên berê ne.

‘Divê hêza leşkerî bibe yek’

Ayşe Efendî bi bîr xist ku Kurdên Apoger hesabê her tiştî kirine û wiha berdewam kir: “Ev çeteyên DAIŞ‘ê ji hêzên navneteweyî derketiye holê. Dewletên Ereban jî di nava vî karî de ne û li hemberî kurdan şer dikin.” Ayşe Efendî diyarkir ku wekî gelê Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Ev şerê ku em dimeşînin şerê man û nemanê ye. Li ku derê kurdek hebe fikir û ramanê wan çi dibe bila bibe niha ne dema niqaşan e. Divê em hêzên xwe yên leşkerî bikin yek. Çawa ku YPG xwe diparêze, hêza leşkerî ya hevpar jî dikare li hemberî çeteyan şer bike. Ayşe Efendî li ser amadehî û rewşa kurdan jî rawestiya û wiha doman: “Em ji bo jiyaneke azad amade ne ku bi hemû hêzên muxalîf re li hemberî çeteyan şer bikin.” Ayşe Efendî bang li rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî kir ku çekên destê xwe ji Rojava re bişînin û alîkariyê bi birayên xwe yên kurd re bikin. Ayşe Efendî got, îro HPG ji bo wan li Kerkûkê şer dike, em kurd ne biyaniyên hev in, em nêzî hev in û divê mil bi mil şer bikin.

’Dê Kurdistan dîsa bibe yek parçe’

Ayşe Efendî destnîşan kir ku Kobanê mifteya her çar beşên Kurdistanê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger Kobanê têkeve destê DAIŞ‘ê bila haya wan jê hebe; ev çete dê têkevin Tirkiye, Îran û her derê. Kobanê mifteya çar beşên Kurdistanê ye. Neyarên kurdan Kurdistan kirine çar beş û bi vê yekê vîna kurdan ji hev parçe kirine. Niha şervanên YPG/YPJ’ê bi dayik û gelê kurd bûne yek û li hemberî çeteyan şer dikin.”

KOBANÊ