LEZGÎN AKDENÎZ / MA /AMED
Akademiya Muzîkê ya Ma ku bi zimanê zikmakî perwerdehiya muzîkê dide dê bi şahiyekê salvegera xwe ya 3’yê pîroz bike. Berpirsê Akademiyê Şêrko Kanîwar got armanca wan ew e xebatên xwe ji bilî Amedê veguhezînin bajarên din jî.
Akademiyê di nava 3 salan de bêhtirî bi 3 hezar kesan re têkilî danî û niha jî bêhtirî 700 şagirtên wê hene.
Şahî jî wê beşdariya Akademiya Dengbêjan a Ma’yê îro êvarê li Ma Musîkê çêbe. Berpirsê Akademiyê hunermend Şêrko Kanîwar derbarê xebatên akademiyê de agahî dan. Şêrko Kanîwar gotm qeyûman sazî û dezgehên çand û hunerê Kurdî yek bi yek girtine. Kanîwar da zanîn ku ew bi bawerî û eşq ev rê daye ber xwe û got, “Me soz da ku em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin. Em bi rêgeza ‘Ji bo her kesî û li her deverê muzîk’ hatine heta îro. Em li ser gelek beşên muzîkê dixebitin. Ji Orkestra Rîtmên Xwezayî û Orkestra Zarokan heta bi xebatên dengbêjî ya akademîk em xebatên xwe bi rê ve dibin.”
Kanîwar da zanîn ku ew li gel zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî bi zimanê Ermenî û Erebî jî perwerdehiyê didin û xwendekarên xwe bêalternatîf nahêlin. Kanîwar got wan pirtûkek stranan çap kiriye û ew ê di demên pêş de hin xebatên cuda yên muzîkê bikin.