Tirkan ew dem hêvî dikerin ku di êrişa mezin a dehan hezar serbazên Tirk de derbeyên giran li gerilla bixin û paşê jî bi navê kongreya netewî kombûna hêzên siyasî were li derxstin û bê ku ti tişetk hatibe kirin, wê ji PKK bixwastana çekan dayne. Lê Destan û qehremantiya gerila li Zapê di şerê 9 rojan de van xeyalên desthilatdarên Tirk û hevkarên wan kir balonê ser avê. Nexasim li herêmeke weke Rojhilata navîn de weke siyasetmedarê bi ezmûn Dr. Mahmud Osman dibêjê “dema garantî mafan tûne be, bêçekirin ji bo tesfiye kirinê ye” lê Fîlmê Tirkan vê carê dûbare û sêbare bûn. Ji bo şenseke mezin bide bi hervre bûna gelan û aştî Birêz Ocalan dest bi pêvajoya aştî û çareserî kir. Beşek ji hêzên gerila vekişyan, hat xwestin çareserî û aştî bi lihevkirinekê derbasî qonaxeke nû bibe, lê dewleta AKP mîna ku ne ba dîtiye ne baran li ser rîtima xwe dilîze û dibêje, wer nîşan dide ku aştî heye û hîn berdewame. Lê şerekî ku alîkariya sereke û hebûna sereke tê de tê dîtin, li Rojavayê Kurdistanê ji bo rojek jî ne sekiniye. Êrişên dawî li ser Kobanê bi tevahî îspatkiriye ku dewleta Tirk û AKP li benda ketina Kobanê ne. Kobanê wê qedera pêvajoyê jî diyar bike, qedera hemû Kurdistanê jî wê dest nîşan bike. Lê 14 rojin li Başûrê Kurdistanê li yek bereyê jî şer li hemberê DAÎŞê nehatiye kirin. DAÎŞê wer rehet bûye ku hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê kişandiye Rebîe û Kobanê. Eger wisa nebaya, pêşmerge derbên giran li DAÎŞê bixista û Tirkiye jî vê alîkariyê berdewam nedaba, niha DAÎŞê cesaret nedikir ew qasî êriş bibe ser Kobanê.
Erdogan di zîrveya Davosê de dibêjê “dûnya li hemberê DAÎŞê rabûye ser pêya, çima li hemberî PKK ranebû ser piya, emê ji erdê mûdaxeleyê Sûriyê bikin” di esasê xwe de wê ji erdê re vê carê ne bi rêya DAÎŞê, wê bi xwe mûdaxeleya Rojava bikin. Ji avakirina herêma Tampon bigire, heya hewildana têkbirina destkeftiyên Rojava di pilana Erdogan de heye. Ev fîlma Erdogan me berê jî dîtiye lê mehkûmê têkçûnê ye. Vê carê jî wê têk biçe ji ber îradeya gel wê rê nede pêkanîna vê pilanê. Ev filma çendbare a Erdogan her kes encamê wê dizane. Heya zinhiyet li hemberê Kurdan neyê gohartin vê hertim vê filmê ji bo me dûbare bin û encam jî heman encam be. Yê encamê pêvajoyê bigûherîne berxwendana gelê Kurde li hemû beşên Kurdistanê, lê vê carê hemû awir û berxwendan jî ji bo parastina Kobanê be.
Me vê fîlmê berê dîtiye
Dema em zarok bûn hin fîlmên hindî hebûn me di tv de temaşa dikir. Heman fîlm çend carên din jî dihatin weşandin, hema hema bêje di hemû fîlman de qehremanê fîlmê dihat kuştin yan giran birîndar dibûn. Lê her carê jî me heya dawî li fîlmê temaşa dikir, me digot belkî vê carê encam were gohartin. Ew dem em zarok bûn û dinya jî ew qas qirêj nebûbû. Min çima vê destpêkê nivisand? Rastî dema ez li siyaseta Tirkiyê dinêrim dişibe fîlmê Hindî. Qahremanê fîlmê xepandin û manewreyê da tam dişibe fîlmek ku dawî ya wî eynî ye û nayê gohartin û timî xwe dûbare dike. Niha li Başûrê Kurdistanê tije qereqolên serbazî yên arteşa Tirkin, tankên wan di dema êrişa Mezin a 2008 de li ser sinorê Bakur –Başûrê Kurdistanê xwestin bikevin nava tevgerê, bi taybet li Bamernê, lê gel pêşiya wan girt. Tirkiye ji bo girêdana Başûrê Kurdistanê bi xwe re sedan Şirket û fîrmeyên cûda birine wir û di alî petrolê de jî mîna çêlekê nêzî vê beşê Kurdistanê dibin, didoşe û digirê, lê li hemberê wê rayedarên Başûr çi digirin, diyar nîne. Ji ber ku kes nizane çiwarçoveya vê têkilî çi heye û çi nîne?. Heta raydarên pir partiyên nava hikûmetê jî nizanin.