
Civîn bi tevlîbûna bi dehan jinên Kongra Star û Endamîn Komîn û Meclîsan û bi rêveberiya Endama Rêveber ya Desteya Aborî Delal Efrîn, Sebah Êbrahîm û nûnera Kongra Star Henîfe Mihemed, hate lidarxistin.
Di civînê de Endama Rêveber a Aboriyê Delal Efrîn rewşa dawî û danasîna Aborî wiha nirxandin: ″Şerê ku niha li Suriya ji aliyê Emerîka, Rusya, Tirkye, rêjîma Bass û DAIŞ′ê ve tê kirin, sedema xwe ya bingehîn aboriye, her wiha şerê ku li Musli jî tê kirin wekî şerekî aborî tê binavkirin. Axa me zengîne, ji ber vê yekê pêwîste em weke jin aboriya xwe xurt bikin.″
Ji bo hevkariyê aboriya xwurt
Delal Bal kişand ser malbat û kesên belengaz û wiha axivî: ”Ji bo ku em bi malbat û kesên belengaz re bibin alîkar, pêwîste aboriya me xurt be, divê em roleke mezin di karûxebatên çandinî, bazirganî bileyzin.″
Endama Rêveber a Desteya Aborî Delal Efrîn diyar kir ku aboriya herêmên were xurtkirn, ew ê bi hemu hêza xwe bi awayekî hevbeş bixebitin.
Di civînê de Rêziknameya Aboriyê hate xwendin, derbarê wê de nirxandin hatin kirin û Meclîsa Aborî ya Jinan hat avakirina. Ji bo Rêveberiya Meclîsê, 7 jin hatin hilbijartin. Endamên jin ên Meclîs û Komînên taxên bajarê Qamişlo soz dan ku ew ê kar û xebatên Aboriyê bidin meşandin û biser bixin.
QAMIŞLO