
Konferansa Damezrîner a Sîstema Rojava û Bakurê Sûriyê pêr li Girkê Legê dest pê kiribû. Di roja diduyan a konferansê de doh Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê hat hilbijartin. Weke hevserok jî hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Mensûr El-Selum hatin hilbijartin.
Civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê dewam dike. Di rûniştina piştî nîvro ya doh de, Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk hate hilbijartin. 200 delegeyên ku tevlî civînê bûne, wekî endamên meclîsê hatin erêkirin.
Di civînê de her wiha ji bo hevserokatiya Meclîsa Damezrîner jî hilbijartin hat kirin. Beriya hilbijartinê hate diyarkirin ku endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) nikarin bibin namzetên hevserokatiyê.
Piştre jî di encama hilbijartinan de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Sipî Mensûr El-Selum wekî hevserokên meclîsê hatin diyarkirin.
Piştî hilbijartinê navber hat dayîn. Piştî navberê 31 endamên Desteya Rêveber wê bihatana hilbijartin. Dema nûçeya me dihat amadekirin, hîna civînê dewam dikir.
GIRKÊ LEGÊ