
Di encama nîqaş û nirxandinên li ser projeya rêveberiya herêmî ku PYD’ê pêşkêş kiribû de, ji bo rêveberiya demî Meclîsa Avakirina Rêveberiya Giştî ya Rojava hate avakirin. Meclîs ji 82 endamên ji nûnerên kurd, ereb, çeçen û xiristiyanan pêk tê.
Derbarê biryarên hatine girtin de Endamê Dîwana Meclîsa hatiye avakirin Hekem Xelo agahî dan ANHA’yê. Xelo got ku wan li ser projeya PYD’ê ku herêmên Rojava wekî 3 herêmên kanton (xweser) diyar dike nîqaş meşandine. Hekem Xelo, diyar kir ku di bin banê Meclîsa Avakirina Rêveberiya Giştî de jî Desteya Şopandina Pêkanîna Rêveberiya Demî hatiye avakirin û ev deste ji 55 kesên ji Kurd, Ereb, Çeçen û Xiristiyanan pêk tê. Xelo got ku ev Meclîs wê amadekariyên avakirina rêveberiya herêmî bike û wiha dom kir: “Li gorî projeye hatiye pêşkêşkirin herêmên Rojava dê wekî herêmên kanton yên ji Efrîn, Kobanê û Cizîrê pêk bên. Her herêmek kanton wê meclîsa xwe ava bike û di meclîsa giştî de bê temsîlkirin.” Xelo bibîrxist ku meclîsa wan demborî ye û peywîra wê meşandina xebatên îlankirina rêveberiya demî û amadekariyên hilbijartinan e. Xelo got ku her wiha emê bi pirsgirêkên parastin, siyasî û aborî re mijûl bibin.
ANHA /QAMIŞLO