Kombûna Tugayên Firat-Cerablûs ên Meclîsa Eskerî ya Cerablûsê ku dibin banê QSD’ê de ye, li dijî çeteyên ‘Mertalê Firatê’ yên girêdayî Tirkiyeyê, banga têkoşînê kir. 

Meclîsa Eskerî ya Cerablûsê bal kişand ser zext û derewên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê li Cerablûsê, banga ‘parastina xaka xwe’ li gelê Cerablûsê kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê Fermandarê Eskerî yê Cerablûsê ku weke Kombûna Tugayên Firat-Cerablûs tê zanîn, Îbrahîm Ehmed dayî wiha ye: “Çeteyên Mertalê Firatê yên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin û Cerablus û Bab dagir kirine, malên welatiyan û xaka wan ji wan standin û ew talan kirin.

Em şervanên QSD’ê, zarokên şêniyên vê herêmê ne, em bang dikin ku şêniyên Cerabulsê yên bi rûmet li dijî komên talanker û xelkê dişelînin, derkevin û serî hildin. Em ji şêniyên Cerablusê dixwazin ku li dijî van kesên ku xak û zeviyên gel talan dikin, derkevin. Kesên wiha dikin, çete û talanker in.

Wekî şervanên QSD’ê em ê bi hemû tiştên xwe yên buhagiran têbikoşin, em amade ne ku cane xwe fedayî welatê xwe bikin û şêniyên herêmên xwe ji zilim û zordariyê xilas bikin.”

Li herêmên Şehbayê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, gelek bûyerên talankirin û şelandina welatiyên sivîl bi destê çeteyên Mertala Firatê pêk hatine. Di heman demê de koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiya li herêmê bi destê artêşa Tirk û çeteyên wê zêde bûye. 


ŞEHBA