Meclîsa ku ji ciwan, îxtiyar û jinan pêk tê, wê ji bo malbatan bibe cihê biryaran. Ji her malê kesek nûnertiyê dike di meclîsê de; wan daxwaz kir li şaredariya Çinarê da ku li devera lê dimînin cihan çêke ji bo xebatên xwe yên civakî, ji bo lîstina  basketbol, voleybol û futbolê. Şaredariya Çinarê jî li qadên vala yên Bugday Borsayê potaya basketbolê û meydana voleybolê çêkir; wekî din di rojên diyar ên hefteyê de meydana futbolê ya şaredariyê li ciwanên Êzîdî vekirîbe.


Banga perwerdeya zarokan

Ramazan Dengîz ê di heyeta endamên Meclîsa DBP’ê ya Şaredariya Çinarê degot: “malbatên Êzîdî di nav xwe de meclîsek ava kirin, pirsgirêkên li vir wê bi biryarên meclîsê bên çareserkirin.  Meclîsa li vir têkildarî zarokên xwe biryareke girîng daye. Niha kesên bikarin zarokên wan perwerde bikin nînin. Li vir bang li KURDÎ-DER´ê û Egîtîm Sen´ê dikim: ji bo perwerdeya zarokan alîkarî bidin me.”

‘Bi tenê PKK, YPG Û DBP’ê destê xwe da me’

Endamê Meclîsê Mîrze Xelef jî peyivê û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û biryarên di biwara siberoja wan de malavahiya her kesê destek dayê kir. Endamê meclîsê Xidir Murat jî got, di dema komkujiya Şengalê de ji bilî PKK, YPG û DBP’ê ti rêxistinên din ên Kurd xwedî li wan derneketine.

AMED