Meclîsa bajarê Qamişlo bi beşdariya 320 endam û ji 100’an zêdetir mêvana yekemîn cıvata xwe ya giştî li dar xist. Di civatê de ji bilî gelê Kurd, gelên Asûrî, Suryanî, Ereb, nûnerên olî, odlar, parêzerên mafê mirov, rewşenbîr, hûnermend û konfederasyona ciwana beşdar bûn.
Civata giştî bi sirûda netewî dest pê kir û piştre peyamên tevgera komelgeya demokratîk ya Rojavayê Kurdistan, Serokê Kongra Gel Remzî Kartal, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan, Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê, KCD, nûnerên rêxistin û komeleyên Qamişlo, hevserokê meclîsa gelê Rojavayê Kurdistanê, nûnerên Asurî, Suryanî, Ereb û partiya komînîsta Sûrî jî hatin xwendin.
Di peyaman de bal kişandin ser bi hev re jiyana aştiyane ya gelan û destûra bingehîn ya Sûryê hat kirin. Û bal kişandine ser hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji bo bi hev re jiyanê.
Piştî peyaman karnameya Meclîsa Qamişlo xistin dengdanê û piştre jî Remziye Xelîl û Ebdullkerîm Seroxan bûne hevserokên meclîsê û endamên komîsyonê hatin hilbijartin. Civîn bi sondxwarin û hilbijartinan bi dawî hat. 

ANF/QAMIŞLO