NAZIM DAŞTAN

MA/MINBIC

Ji berpirsiyarê Hêza Xweparastina Minbicê Kasim Remo, li dijî îdîayên ku Tirkiye dê li Minbicê meclisa sivîl ava bike got: “Li Minbicê ji xwe Meclîsa ji rêveberiya ku Ereb, Kurd, Ermenî, Tirkmen, Çeçen û Çerkes di nav de heye.”

Tirkiye demek dirêj e mudaxaleya li dijî Minbicê xistiye rojeva xwe. Piştî Tirkiye û Dewletên Yekbûyî Emerikayê (DYE) li hev kirin, di çarçoveya lihevkirinê de Tirkiye li ser sînor dewriye digere û piştî hilbijartina 24’ê Heziranê dîsa gefên xwe berdewam dike.

Mînak û model e

Berpirsiyarê Erka Xweparastinê yê Meclîsa Leşkerîya Minbicê Kasım Remo, diyar kir ku meclîsa leşkerî ya Minbicê bi xwe parastina xwe dike û got: “Gelên Minbicê bi xwe parastina xwe dike. Gelên Minbicê meclîsa leşkerî ava kirine û bi meclîsa leşkerî parastinê dikin. Hêzên koalîsyonê jî li gelek noqteyên bajar sekinîne. Gotinên ku YPG li Minbicê ye ne rast e. Meclisa leşkerî û sivîl ku ji pêkhatiyên gelan hatine avakirin ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriye mînak û model e. Meclisa me ji hemû pêkhateyên gelên Minbincê pêk tê. Di meclîsa leşkerî ya Minbicê de Ereb, Kurd, Ermenî, Tirkmen, Çeçen û Çerkes heye. Meclîsa hatiye avakirin ji bo çareseriya krîza Sûriye model e. “