Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir, piştre serokê hevbeş yê MBKE Etûf Ebdo rewşa dawî ya herêmê bi taybet êrîşa komên çekdar ya li ser herêmên Kurdan nirixandin.

Seroka hevbeş yê MBKE’an Hena Mislim jî bi navê Meclîsê daxuyaniyek xwend, di daxuyaniyê de helwesta Meclîsa Biratiya Kurd û Ereban ji êrîşên komên çekdar li ser navçeya Şêrawa ya Efrîn hatine eşkere kirin, di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Em bi navê Komîteyên MBKE, van êrîşên komên çekdar wek lîstokeke gemar dinirxînin ku hin aliyên xêrnexwaz birêve dibin û armanca wan têkbirina yekîtitî û biratiya dîrokî ya Kurd û Ereban e. Daxuyaniyê ji hemû hêzên siyasî û leşkerî yên Opozisyonê xwest ku van êrîşên ku tenê rêjîm jê sûd digre, şermezar bikin.
Endamekî MBKE'an Şêx Elî Elî şêx Hisên diyar kir ku ev êrîşên li ser herêma Efrînê ku hêzên rêjîmê lê tune ne, dikarin bibin sedemê têbirina ewlekariyê û peydakirina şerekî navxweyî. Şêx Elî ji hemû pêkhateyên Efrînê xwest ku li hember van kiryaran hişyar bin û yekîtiya xwe bi hêz bikin.

Êrîşan şermezar kirin

Di derbarê tevlîbûna hin tabûrên Islamî di êrîşên ser herêma Efrînê de Şêx Elî wiha got: "Cîhada di bin ala Islamê de ne bi kuştin û revandina sivîlan û wêrankirina bajaran e bi taybet li herêmên ku rêjîm tê de tune û Kurd û Ereb bi hevre lê dijîn, mîna taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd." Şêx Elî ji pêkhateyên herêmê xwest ku piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê bikin.
Endama MBKE’an Ayhan Umer ya ji pêkhateya Ereb e, diyar kir ku şoreş ji bo hilweşandina rêjîmê lidar ketiye, lê ev sal û nîvek e ku rêjîm li herêma Efrînê tuneye, ev êrîş armanca wê têkbirina viyana gelên herêmê ye.
Ayhan Umer wiha berdewam kir: "Me guman dikir ku rêjîm êrîşî herêmên me bike, lê êrîş ji aliyê komên çekdar yên Artêşa Hur û hêzên tunderew pêk hat, ev êrîş bi destên hêzên hundir lê bi ajandeyên hêzên derve pêk tên, em van êrîşan şermezar dikin."

ANHA/EFRÎN




Ji Dayîkên Aşitiyê çalakî

Li Amûdê jî Dayîkên Aşitiyê êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Hur li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Li Amûdê Dayîkên Aşitiyê û gelek jinên din li ber navenda jinan a bajêr hatin cem hev û çalakiya şermezar kirinê lidar xistin. Di çalakiya xwe de Daykên Aşitiyê daxuyaniyek li ser navê Dayîkên Aşitiyê hate xwend in. Di daxuyaniyê de êrîşên komên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê yên bi ewle hate şermezakirin. Di daxuyaniyê de  hate destnîşan kirin ku jinên Rojavayê Kurdistanê dê di çarçoveya nexşeriya ku Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan destnîşan kiriye têbikoşin û dê rê nedin kesên ku dixwazin tevliheviyê li herêmê derbixin û şoreşa gel ji naveroka wê derbixin.
Di dawiya daxuyaniyê de spasiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate kirin ku li dijî êrîşên van komên çete li berxwe didin û herêmên Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir diparêzin. 

AMÛDÊ