Rûsipiyên herêmê Kantona Kobanê, li bajarê Kobanê di bin venêrîna Rêvebriya Xweser de li hev civiyan. 

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Mislim axivî û got: "Berxwedan Kobanê barekî giran da ser milê me, ew jî avakirina civakê li ser şopa cangoriyan e. Lewma pêwîst e rûsipiyên herêmê di çareserkirina pirsgirêkan de mil bidin hev. Civaka me xwedî kokeke kevnar û pêşerojeke geş e."

Endama rêveberiya PYD’ê ya Kobanê Dîlber Yûsif jî axivî û da zanîn ku Meclîsa Rûsipiyên herêmê yek ji şêwazên herî serketî yên çareseriya pirsgirêkên civakî ye.

Serokê Desteya Parastinê ya herêma Kobanê Îsmet Şêx Hesen jî destnîşan kir ku YPG/YPJ’ê gelek edetên tolhildanên di nava civakê der derbas kirin, lewma pêwîst e ew jî li ser şopa wan bin.

Bi bidawîbûna axaftinan re, beşdaran dest bi pêşniyaran kirin. Gelek mijarên taloq mane nîqaş kirin û daxwaza çareseriyekê jê re kirin. Nîqaşan du seatan dom kir û bi pêşniyarkirina navan 

ji bo avakirina Meclîsê bi dawî bû.

Di encama wê de jî 35 kes weke endamên Meclîsê hatin diyarkirin. Ji wan 10 ji gundên rojava, 8 ji gundên başûr, 7 ji gundên rojhilatê Kobanê û 10 jî ji bajar in. 


 ANF/KOBANÊ