Di civîna dawî ya Meclisa Stenbolê ku wek her car li Tirkiyê lidarket, bi yekdengî hebûna gelê Kurd li rojava û Sûriyeye hate inkar kirin. hemû endam û berpirsyarên vê meclisê, di serî de rêxistina Birayên Misilman ew yek red kirin, ku kurd wek netewa 2´yemîn bêtin qebûlkirin û di destûra bingehîn de wek nasname navê wan were bi cih kirin. Vê helwesta diktator û dijminane ya ji aliyê muxalefeta Sûriyeyê ve tê meşandin, hişt ku nûnerên kurdan nerazîbûnê nîşan bidin û biryara xwevekeşînê ji vê civînê ragihînin.
Meclisa kurd li Sûriyeye û hinek endamên hevrêzên kurd û kesayetiyên serbixwe bi hev re ji cihê civînê derketin. Tenê kesekî kurd ma (Dr. Abdulbasit Seyda) ku wî xwe daye destê nijadperestên ereb û bi navê kurdan ticaretê dike û nên dixwe.
Ev helwesta dijminane ya Meclisa Stenbolê nerazîbûnek mezin di nava kurdên rojava û Sûriyeyê de peyda kir. Gelê kurd hêrs bû. Piştî ewqas germahî û piştigirtiya serhildana gel ya Sûriyeyê, hêzên muxalefetê tên û ji bo xatirê Tirkiye kurdan bêpar dikin. Niha li Rojavayê Kurdistanê banga „îna mafên kurdan“ tê kirin û amedekariyên xwepêşandanên girseyî hene.
Me ji destpêkê ve got ku dewleta tirk bi riya ajanên xwe yên di nava muxalefeta Sûriyeye de qet destûrê nadin ku kurd li Sûriyeyê mîna netew û nasname bên nasîn. Me got divê kurd yeko yeko neçin Tirkiyeyê û qedera xwe radestî hêzên muxalîf nekin. Me got divê yekîtiyek bi hêz di nava kurdan de durust bibe û ev yekîtî bi destekdayina Başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê bête xurtkirin û birêxistinkirin. Lê mixabin ev yek nebû. Hinek kurdan bawerî bi siloganên muxalefeta Şamê anîn û bi awayekî amator siyaset kirin û hesabên hêza li pişta vê muxalefetê nekirine. Encam jî niha diyar e. Ev hêzan rê li ber mafên kurdan di „Sûriyeya nû“ de girt û ji hevkarên xwe yên di nava muxalefetê de xwestin ku kurdan tu carî wek nasname qebûl nekin.
Tu kesan hêzên xwedêgiravî demokrat ji nava muxalefeta derneketin û hevalbendiya xwe bi kurdan re diyar nekirin. Hemû kesî û bi yekdengî bêparbûna kurdan di „Sûriyeyek nû“ de qebûl kir. Dîsa kurd tenê man. Ev yek nîşan dide ku muxalefeta Sûriyeyê kopiyek ji rejîma Bahsê û Esed e. Ew ne hêzên demokratîxwaz in, lê ew şer bi Esed re dikin da ku desthilatdariyê ji destê wî derbixin. Eger rejîma Esed peyayê Iran û Hizbulaha Lubnanê be, muxalefeta Şamê jî peyaya Tirkiye û welatên ereb yên sunî ye.
Pêwîst e kurd xwe bidin ser hev û xwestekên xwe diyar bikin û ji bo berjewendiyên xwe li alternatîfan bigerin. Niha Meclisa Stenbolê deşîfre bû û qet sûd nîne ku hêzên kurdan di nav de bimînin. Divê kurd serî li hêza din ya muxalefetê bidin. Serî li „Koordînasyona Hêzên Demokrat“ ya ku PYD bi xwe endama wê ye, bidin. Eger ev hêz nasname û hebûna kurdan qebûl bike, bila Meclisa kurd li Sûriyeye bibe endama wê. Her aliyê ku hebûn û nasnameya kurdan binase ew hevkarê kurda ye û pêwendî li gel wê pêwîst e.
Ji xwe berê AKPê ji vê hêza muxalefetê xwestibû ku PYD ji nava xwe bavêje, lê wê qebûl nekiribû. Sefîrê Tirkiyeye li Şamê ji Hesen Abdulazîm serokê „Koordînasyona Hêzên Demokrat“ xiwestibû ku PYD bidûrbixe, lê wî ev xwestek red kiribû. Ji ber vê helwestê ev hêza muxalif rastî nerazîbûna Tirkiyê tê û ew ji bo kongra vê dawiyê ya Stenbolê nehatibû vexwendin. Her weha ew rastî êrîşa hêzên muxalefetê yên girêdayî Tirkiye û Qeterê tê.
Divê kurd jî siyasetê bikin. Di siyasetê de tenê berjewendî hene. Dewleta tirk û hevkarên xwe qet nabin hevkarên kurdan. Ji ber vê yekê peydakirina hevkarên nû yên kudan nas dikin û di destûrê de wek netew erê dikin, pêwîst û çarnûsaz e.