
Meclîsa Sivîl a Tebqayê mazot ji cotkaran re peyda kir da ku zevî û baxçeyên xwe av bidin.
Meclîsa Sivîl a Tebqayê ku ev demek kurt e hatiye avakirin, yekser dest bi xebatê kir. Meclîsê ji bo peydakirina mazotê ji bo cotkaran bajarokên Cerniya û Saylok ên rojavayê Tebqayê du sarîcên mazotê ji Kantona Cizîrê wergirt û bi riya komîteyên meclîsên gundan li cotkaran belav kir.
Di vê çarçoveyê de, komîteyan bi riya navendên sotemeniyê yên bajaroka Cerniya û gundê Saykol mazot li cotkaran belav kir, ji bo her hêktarî 90 lîter dihat belavkirin, her lîtreyek bi 45 lêreyan tê firotin.
Şêniyên gund ku mazot wergirtin, tekez kirin ku Meclîsa Sivîl a Tebqayê mazot bi awayekî lezgîn ji cotkaran re peyda kir da ku zeviyên xwe yên çandiniyê bi riya bîran ava bidin. Welatiyê bi navê Cûma Bercis ê ji gundê Cerniya spasiya meclîsê kir ku mazot ji wan re peyda dike û diyar kir ku miqdarê ku hat belavkirin pir kêm e û daxwaz kir bê zêde kirin ji ber ku pêwîstiya gundiyan pê heye.
Endamê Komîteya Sotemeniyê Hesan El-Iwês ji meclîsa gundê Cerniyê ye anî ziman ku wan du sarîc mazot wekî rewşeke lezgîn ji bo alîkariya cotkaran peyda kir û destnîşan kir ku ew di demên pêş de jî belav bikin.
Hesan Iwêş anî ziman ku di dema wan zeviyên çandiyên yên herêmê lêkolîn dikirin, xuya bû ku hin cenator rêjeyeke mezin ji mazotê dixwaze û hin din jî hene kêm mazotê dixwaze.
Welatiyê bi navê Îd El-Elî anî ziman ku buhayê mazotê ji bo cotkaran baş e.
REQA