Li Çiyayê Şengalê, 14’ê Çile, bi beşdarbûna qederê 200 delegeyan Êzîdiyan civîna meclîsa avaker a demkî li darxist. Ev 200 delege ji hemû beşên civaka Êzîdî, Êzîdiyên li Çiyayê Şengalê ev 5 meh in li berxwe didin, Êzîdiyên li kampa Newrozê û li kampên Başurê Kurdistanê dimînin, beşdarî civînê bûn. Her wiha Cîgirê malbenda Mûsilê ya YNK’ê Hisên Derman, rêveberê Federasyona Komaleyên Êzîdiyan a Ewrûpayê Zerdeşt Gunay, Serokê Weqfa Êzîdiyan a Tirkiyê Azad Barış, berpirsê buroya siyasî ya partiya komînîst a Şengalê Xidir Sado Faris, endamê buroya siyasî ya partiya Êzîdiyên pêşverû Pîr Xelef Şengo û endamên meclîsa YBŞ’ê beşdarî civînê bûn.

Em dikarin çarenivîsa xwe diyar bikin

Serokê TEV-DA´yê Seîd Hesen Seîd axaftina destpêkê ya civînê kir. Seîd Hesen di axaftina xwe de îşaret pê kir ku wan roja çarşemê ku ji bo Êzîdiyan rojeke pîroz e  biryar girtine ku vê civîna tifaqa Êzîdiyan li dar bixin da ku ji bo civaka Êzîdî bibe rojeke pîroz û mizgînî.
Seîd Hesen Seîd li ser navê civaka Êzîdî malavahiya YPG-YPJ, HPG-YJA-Starê kir û axaftina xwe wiha dewam kir; “Divê em fermana 73’an a bi ser civaka Êzîdî de hatiye ji xwe bikin ezmûn, da ku fermaneke din bi ser me de neyê. Ger di sedsala 21. de fermaneke wiha bi ser gelê me de hatibe, divê em Êzîdî di çarçoveya fikreke olî û civakî de bigihêjin hev û tifaqê bikin. Em çarenivîsa xwe dikarin bi destê xwe diyar bikin. Ev mafekî me yê rewa ye. Ola Êzîdî, civaka Êzîdî ti caran zilm û zorî li kesekî nekiriye. Rexmî vê jî gelek caran ferman li Êzîdiyan hatine rakirin, lê tevî vê jî Êzîdî naxwazin gefê li kesekî bikin. Em ê tola xwe bi rêxistin û tifaqa Êzîdiyan, bi avakirina civaka xwe, bi diyarkirina çarenivîsa xwe diyar bikin.”
Piştî axaftina vekirinê dîwana ji 5 kesan a ku civînê birêve bibe hate hilbijartin. Di beşa civînê ya nirxandinê de Êzîdî derbarê fermana bi ser wan de hatiye û jinûve avakirina civaka Êzîdiyan de axivîn.
Wekî din cîgirê malbenda Mûsilê ya YNK’ê Hisên Derman, rêveberên Federasyona Komaleyên Êzîdiyan a Ewrûpayê Zerdeşt Gunay û Elî Sacik Berpirsê buroya siyasî ya Partiya Komînîst a Şengalê Xidir Sado Faris, Endamê buroya siyasî ya partiya Êzîdiyên Pêşverû Pîr Xelef Şengo û berdevkê YBŞ’ê Berxwedan Şengalî û li ser navê YPJ’ê Şengal Dersîm Şengalî axaftin kirin.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser pêwîstiya tifaq û rêxistiniya civaka Êzîdî. Axaftvanan diyar kirin ku bi hezaran sal e, civaka Êzîdî ji ber bêtifaqî û bêrêxistiniyê bi fermanan re rûbirû maye û ji bo ku careke din bi fermanekê re rûbirû nemîne, divê di nava xwe de tifaqê bike. Herwiha hate diyar kirin ku divê tu kes li pêşiya keç û xortên dixwazin beşdarî nava berxwedana Şengalê û refên YBŞ’ê bibin nebin asteng da ku Şengal rizgar bibe.

5 komîte hatin damezirandin

Di beşa plansaziyê ya civînê de ji bo birêxistinbûna civaka Êzîdî 5 komîteyên bingehîn hatin damezrandin. Komîteya Tifaq û Rêxistinkirin, Komîteya Parastinê, Komîteya Aborî û Maliye, Komîteya Dîplomasiyê û ji bo encam û aqubeta kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatine revandin û kuştin were diyar kirin Komîteya Lêkolîna Heqîqetan hate damezrandin.

Meclîseke ji 27 kesan

Ji bo kar û barê avakirina komîteyan û bingehê xwebirêvebirinê ava bike, biryar hat dayîn ku meclîseke ji 27 kesan were avakirin. Bi navê Meclîsa Êzîdiyên Şengalê, Meclîsa Avaker a Demkî ku ji 27 kesan pêktê, ji nava Êzîdiyên li Çiyayê Şengalê, kampa Newrozê ya li Rojavayê Kurdistanê û kampên Başurê Kurdistanê hate hilbijartin.

Herwiha di civînê de hate diyar kirin ku ji ber belavbûna Êzîdiyên Şengalê li her çar parçeyê Kurdistanê nexasim li Bakur, beşdariya civînê kêm bû, li gorî şert û mercan dikarin ji Şengaliyên li kampên Bakurê Kurdistanê û deverên din jiyana xwe didomînin jî beşdarî meclîsê bibin û hejmara meclîsa avaker a demkî zêdetir bikin.

ŞENGAL