Meclîsa Xwendekaran (AStA) ya Zanîngeha Johann Wolfgang Goethe ya Frankfurtê biryarek elaqedarê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Rojavayê Kurdistanê da û bang li xwendekarên xwe kir da ku piştgiriya Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. AStA´ya Zanîngeha Goetheyê berxwedana li dijî dagirkeriyê weke, "Şerê li dijî faşîzma Tirk" bi nav kir û xwest piştgiriya bi vê berxwedanê re bê kirin. Di biryarê de hat bibîrxistin ku PKK, YPG/YPJ´ê qirkirina Êzîdiyan Tebaxa 2014´an asteng kiriye û wiha dewam kir: "Ev şerekî ha li dijî van azadkeran e. Bi şandina sîlehan û bi bêdengiya xwe hikûmeta federal a Elmanyayê destekê dide rejîma Tirk."

FRANKFURT