Parlamenterên PD Sandra Zampa û Marîetta Tîdeî pêşniyar pirs dan û hikûmetê xwestin, girtina televîzyoneke li Îtalyayê legal e û li Belçîkayê weşana xwe dike, rave bike.

Di pêşniyar pirsê de ev pirs li hikûmetê hat kirin: “Televîzyoneke legal ku ofîseke xwe li welatê me heye, weşana wê hat birîn. Li dijî vê yekê, weke hikûmet hûn ê ji bo azadiya çapemeniyê gavên çawa bavêjin?”

Di pêşniyar pirsê de işaret bi sedemên siyasî yên birîna weşana televîzyonê hat kirin û hat ragihandin, bi vî rengî zext li saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê tê kirin. 


 ANF / ROMA