Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Gundê Medîbanê şaredarî vekir, şêniyên Medîbanê Ereb in. Bi sedema avakirina şaredariyê şahiyek hat organîzekirin. Şahî li avahiya şaredariyê pêk hat û şêniyên herêmê beşdar bûn.
Ji bo rêveberiya şaredariyê 3 kes hatin hilbijartin. Di encama hilbijartinê de Adil Hisên, Muhemed Iyad û Ebdilezîz Kenan wek rêveber hatin diyarkirin.
Adil Hisên li ser vekirina şaredariyê û hilbijartinê axaftinek kir û ji ber pêkanîna aramiya herêmê, sipasiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Hêzên YBŞ’ê kir.
Adil Hisên xwest gel jî xwedî li şaredariyê derkeve.
ROJNEWS/ŞENGAL