Adakli, da zanîn ku siyasetmedar û kesên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin her tiştî bi hêsani li her derê tînin ziman û ev yek dibe sedema bedeldayînê. Adakli, da zanîn ku ji ber van gotinan gelê ku li azadiya xwe digere derdikevin kolanan û pişt re jî tên kuştin. Atakli, anî ziman ku li Tirkiyeyê mirov bi hêsanî tên kuştin û wiha axivî: “Li aliyekî erdhej, li aliyekê lîncên li kolanan mirina mirovan kiriye bûyerek ji rêzê. Li Tirkiyeyê jiyan pir erzan bûye. Her kes bi hêsanî tên kuştin. Deme mirov di tv de şer nebîne şer nabe. Lê medya zimane şer pir zêde bikar tîne û dixe rojeva civakê.”
‘Medya teşwîqî lîncê dike’
Adakli, destnîşan kir ku medya ji çanda sorkirina lîncê dûr nakeve û her tim vê çanda sorkirina lîncê bikar tîne û wiha axivî: “Li derve mirovên kurd dibin neçîr. Li gel vê rastiyê dîsa medya vê yekê nabîne. Medya helwesta xwe ya faşîst a salên 90’an dide nîşan. Li aliyê tundî, lînc û sorkirinê cih digire. Divê êdî her kes ji vê helwesta medyayê re bêje bes e.
Adakli, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hêza ku medyayê demokratîk bike tune û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê kesên demokrasiyê dixwaze û diparêze tên girtin û dişînin girtîgehan. Rojnameger nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên ku dixwazin demokrasiyê pêş bixin tên girtin. Êdî lêgerîna heq bûye sûc. Medya serdest jî bêyî ku rastiyê lekolîn bike li gel dewletê cih digire.
Adakli, bal kişand ser civina Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan a bi medyayê re û wiha berdewam kir: “Gelek rastiyên pişt pertê yên civînê hene. Erdogan zimanekî cuda bikar anî. Ji çapemeniyê xwest bi nûçeyan piştgiriyê nedin ‘terorê’ Dixwaze ku medya sansurê pêk bîne. Medya jî li ser daxwazên hikûmetê tev bigere. Lê divê medya li gorî rêgezên gerdûnî tev bigere. Ji ber ku Serokwezîr di mijara pirsgirêka kurd de bi ser neket bi medya re çivîn pêk anî.”
Atakli, bertek nişanî zimanê Routers û BBC yê ji bo der barê PKK’ê de gotina “terorist” bikar tîne jî bertekên xwe anî ziman û xwest ev çapemeniyên derve jî helwesta xwe rast bikin.
‘Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye’
Adakli, bal kişand ser helwesta pêşkeşvana Haberturkê Duygu Canbaş û pêşkêşvana Atv’ê Muge Anli û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Medya civakî zimanê ‘Kîn û nefretê’ bikar tîne Tirkiye ne dewletek hiqûqê ye. Ger ku dewletek hiqûqê bûya dê ev mirovên xwedî helwesta sorkirin û nifînê pêş dixin ceza bikiriya.”
DÎHA/ENQERE