Sînor ji bo Kurdan ne tenê xetek e ku nahêle ew hesretên xwe bikin yek, ew di heman demê de mala wan e ku ev demeke dirêj e tê de dimînin, û tê de çîrok û serpêhatiyên xwe berhev dikin. Çawa ku şair û wêjevanê Elman Alfred Gulden di kitêba xwe ya bi navê ‘Wêjeya Sînor’ de dibêje, “Tenê li ser sînor ez xwe li malê hîs dikim.”
ALÎ RIZA KILINÇ
Herçî mefhûma sînor e, hem têkiliya wê bi wê re û hem jî têkiliya wê bi estetîkê re hem bi pirsgirêk û girift e, hem jî di peywenda xwe de îcbarî ye. Jixwe, herdu mefhûm jî di nava rastiya xwe ya çêkirî de xwedî gelek peywendên nayên jimarê yên taybet in û îşaret bi gelek nediyariyan dikin. Lê belê, hin caran muhafezekirina zelûliyê dike ku em keysên xweş li wê yekê bînin ku em li mefhûma rastiyê ya roja me ya îro ya ku maneya wê tine bûye/hatiye tinekirin, serwext bibin. Ji ber ku, erê, bi maneyên xwe yên cihê hember û berberekî xwe yê têgehî hebe jî, weke diyarde ew nediyar e. Weke tegeha dirêjiyê, têgeha sînor jî deriyên xwe li bêdawîbûnê vedike. Di têkilîdanêriya xwe ya ku di nava bêdawîbûnê de bi tişte û nîgaşên din re sînor dîsa li nava wan rawestgehên piçûk ên ku wî di hundirê xwe de avakirine, derfetê çêdike ji bo sînorên nû. Ev derfet di heman demê de îşaret bi bêsînoriyeke bi dawî dike ya ku di nava sînorî bi xwe de dîwaran lê dike.
Herçî alimên dîn bûn, di serdema navîn de nexasim li Ewrûpayê ji bo ku xwedê rave bikin rêbazeke wan hebû: “via negativa!” Vê rêbazê yekser xweda rave nedikir. Bêhtir bi awayekî ne yekser, yanî bi bersivên ji bo pirsên ka xwedê ne çi ye, zanîna li ser xwedê datanî holê. Bi maneya xwe za modern a roja me ya îro ev analojiyek e ku teqabilî diyalektîka negatîf a Adornoîst dike. Di nava peywenda xwe ya estetîk/fikrî de ew têkiliya ku têgeha sînor bi estetîkê re datîne ronî dike. Di encamê de di lêlat û rasteka felsefî, îdeolojîk û zimanî de estetîk di nava hawîrdor û navgînbûnekê de ye û li seriyekî vê navgînbûnê dîsa di nava kanal û coyên bi dawî yên sînorê bê dawî de ji xwe re cih çêdike. Ev pêrgîhevhatin di felsefeyê de weke têgeha cewher û xwebûna hebûnê darîçavî me dibe. Herçî bersiva herî sade ye ku mirov bide cewherê hebûnê/heyînê, ya Hegel bi xwe ye: Sînor. Bi maneyeke din, di wê rêwîtiyê de ku giyanî bi nakirina dijber/hemberê xwe dayê ber xwe, giyan vediguhere wê yekbûna bêqisûr a ku wî di nava xwe de ava kiriye. Jixwe, her têgeha xwe bera nava kûrahiya nehîtî ya hizrê dide, bi du formên ji hev cihê rêwîtiya xwe dewam dikin. Yan ew ê wek fenomeneke çandî û çînî (şert û mercên hebûna maddî) ji bo pêkanîna utopyaya ew lê digere, ew ê gaveke berçav biavêje, yan jî ew ê bikeve nava pêvajoya lêgerînê bi xwe, yanî bibe parçeyekî yekê ji hêviyên xwe yên zelûl.
Weke bangeke azadiyê ya subjektîf
Weke miletên din, Kurd jî hem weke netewe û hem jî weke çîn bi xislet û taybetmendiyên xwe dexlî xwendin û şiroveyên dîrokê bûn û hîna jî dibin. Ev demeke dirêj e ku bi “hesreta dinyayeke din” in; hem ev hesret û hem jî hesretên wan ên din ên ku ji ber rastiya wan a dîrokî wan ne tenê siyasî lê her wiha di warên huner, wêje û gelek disîplînên din ên çandî de bi şîfre û sembolên din xuya û darîçav bûn. Heger teşbîh qisûrê neke, her ferdê li her çar parçeyan bû pişt ji bo wan sînorên wan pişta xwe dayê; ew bûn rengê hevpar ên zêmar û kilamên ji aliyên din ê sînor hatîn. Di nava sedsaleke bihurî de bi pirranî bi serpêhatiyên devkî sînor manedar bû. Metafora sînor bi peyvê dema xwe berda, lê van demên dawiyê van peyvan şûna xwe da dîmenan. Bi dîmenan re têgeha sînor a ku di rêûresma peyvê de bi ser sêwirandina xwe ya maneyî ve dibû, êdî weke amûreke vegotinê ya sêdîmenziyonî di nava dinyaya sêwirandî ya estetîk û hunerî de cih ji xwe re çêkir. Lê belê, xwegihandina ya heqîqî, îfadekirina ya rastî, nexasim jî li cografyaya Kurdan hema hema ne mumkin e bêyî ku mirov li bin guhê ‘sînor’ yan jî ‘sînoran’ bikeve. Ha di vê peywendê de mefhûma sînor di wêje û sînemaya Kurdî de di berîkên binkiraskên estetîkê de ku ew bi xwe jî li daxwazên siyasî û îdeolojîk hatine şîfrekirin, weke ‘bangeke subjektîf a azadiyê’ manedar bû.
Sînor berdêl û parçekirina yekê
Di têkilîdanêriya ya sêwirandî û rastiyê de estetîk û sînorî nexasim ĵi di filmên Kurdî de ji xwe re meydaneke mezin a nîgaşî û xeyalî çêkir. Yek ji xisletên herî muhim ên ku êdî bûne karakterîstîk ji bo sînemaya Kurdî de îşaretkirinên bi mefhûma sînor in ku bi metaforên cihê tên kirin. Filma ‘Katêk bo mestiyî espekan’ a derhêner Behmen Qubadî a sala 1999’an yek ji nimûneyên tîpîk ên vê yekê ye. Ji karakterên sereke yên filmê Eyûb ji bo ku birayê xwe yê seqet derman bike, ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Sînor li vir hem weke bangeke siyasî ya ji bo pêlkirina/derbaskirina sînorên siyasî yên weke xet kişandî li ber çavên me bi gewde dibe, hem jî berdêla giran a maddî ya encamên van sînorên çêkirî di jiyana rojane de radixe ber çavan. Em heman rewşê di filma wî ya sala 2002’yan ‘Stranên welatê min’ (yan jî ‘Li Iraqî wenda’) de jî dibînin. Mîrza muzîkjenekî kal e. Kurên wî Odeh û Berat didin rêyekê: rêya gerîna li Henareyê, jina ku beriya bi bîstûsê salan dev ji Mîrzayî berdayî. Helbet li aliyê din ê sînor, yanî ji Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) ber bi Başûrê Kurdistanê (Iraq) ve diçin. Ew mirovên di dîmenên li herdu aliyên sînor de nêzî hev in; êşên wan, zimanê wan, serpêhatiyên wan, rabihuriya wan û jiyana wan yek û heman e.
Bi heman rengî Hiner Salim ê li Fransayê dimîne, di filmên xwe de bi têgeha sînor dadikeve. Ev derhêner serketî teferûatên estetîka sînemayê bi kar tîne û jê tê ku hêviyên siyasî bi dengê drametîk ê perdeya spî re bike yek. ‘Kilometre Zero’ û ‘Dol’ du filmên wî ne ku ji mînakên estetîka sînemayê yên girift û gêjker in û derfetê didin mirovî ku li dramaya sînor li tebeqeyên cihê bifikire. Herçî Kazim Oz e, wî rahiştiye neynikê û li serpêhatiyên Kurdên Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) digire û bi wê neynikê wan nîşan dide. Ew para bêhtir berê xwe dide bîr û hafizeyên kolektîf. Ew temayên jiyana bajêr, koçberî, sirgûn, têkoşîn, abora rojane, û xemên rabihuriyê û siberojê bi kar tîne, bi awayekî ne yekser îşaret bi sînorên hundirê mirovan ên insanî yên daxdayî dike. Filma sala 1992’yan a Nîzamettîn Ariç a bi navê ‘Klamek ji bo Beko’ jî sînor li pêşberî me datîne. Beko ji bo ku li birayê xwe yê xwe gihandiye çiyayan Cemal bigere, ji sînor dibihure. Ew pêşî diçe Rojavayê Kurdistanê (Sûrî) û ji wir jî paşê diçe Başûrê Kurdistanê. Bi giştî di filmên li ser mijara sînor de kolber, gundên valakirî, mirovên ji ber teqîna mayinan mirî yan jî seqetmayî hene. Nimûneya herî xurt a van tiştan jî filma Behman Qubadî ya sala 2004’an ‘Kusî jî dikarin bifirin’ e.
Tenê li ser sînor xwe li malê hîs dikim
Ew serpêhatiyên caran li ser pişta dengbêjan ji sînorekî diçûn sînorekî din, di estetîka sînemayê de bû xwedî teşe û niha di nava wê de hem di warê naverokê de û hem jî di warê teşe de ketiye nava lêgerînekê. Herçî tişta ev lêgerîn îşaret pê dike ji sînorên cografî û wê de, sînorên siyasî ne ku jiyanên rojana her roj kontrol dikin. Ji ber wê jî jixwe rêya ku bi tebeqeyên cihê yên maneyê wê kudandî, dike estetîk hewce bibîne ku di nava dinyaya nîgaş û xeyalê de nexasim di hembêza estetîka siyasîbûyî de ji nû ve xwe bixe ber lêpirsînê. Çavkaniya her nîgaşa li rastiya xeyalî hatiye zêdekirin li teşeyê dîtin/vegotinê yê hunermend yan jî derhêner bikeve jî ew rastiya nikare di sere biqevêze û biçe, dîsa civak bi xwe ye. Sînor bi vî awa û maneya xwe ji bo Kurdan ne tenê xetek e ku nahêle ew hesretên xwe bikin yek, ew di heman demê de mala wan e ku ev demeke dirêj e tê de dimînin, û tê de çîrok û serpêhatiyên xwe berhev dikin. Çawa ku şair û wêjevanê Elman Alfred Gulden di kitêba xwe ya bi navê ‘Wêjeya Sînor’ de dibêje, “Tenê li ser sînor ez xwe li malê hîs dikim.”