Gulan hat û dîsa salroja qetilîama 5 heval û rêwiyên azadiyhe zîndî bû. Heft sal berê di 9’ê Gulanê de pelêkî reş ê din li dosyaşa rejîma komarê îslamπi ya Îran zêde bû. Di despêkirina roja 9’ê Gulanê de birayê min Ferzad li gel 4 heval û rewiyên azadiye Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderiyan û Mêdî Îslamiyan hatin darwekirin.

Lê meha Gulanê, tenê meha bîranîna qetlîama wan nîne, meha bîranîna armanc, raman, hêvî û xwastên mirov dost buna wan û her tiştê ku ji bo xatra wî darê sêdar qebûl kirin lê soz û peyman neşkandin.

Ne têkoşîn di Îran de bi birayê min û hevalê me despê kir û ne darve kirin û serkutkirina azadîxwazan. Fetisandin, serkutkirin û qetilama azadîxwazan di hemen despêka deslatdariya rejîmê de heya îro jî berdewam e. Ji ber kû ev nasname û zihniyeta rejîmê û tekanê berdewama xwe di wê yekê de dibînê. Ezmuna 40 salan a desilatdariya rejîmê nîşan da ku bingehê wan di ser kuştin û wehşetê hatiye damezirandin û heya li ser kari bin, zîndan, îşkence, îdama  azadî xwazan û serkutkirna xwastekên rewa yên gelan her car bi nawêkî berdewam dike.

Ferq nîne Refsencanî serok komar bê an Xatemî an  Ehmedî Nejad an Rohanî an jî Reîsî. Ya her qatilê ku xwe îsbat kirye: ê kû diyare û hatiye jiyan kirin ewe ku aliyên cuda di nav rejîmêde di serkutkirina gelan de hevpeiymanin. Şerê navxweyî yê aliyên cuda nav deslatê de qet grêdayî xwastekên rewa yên gelan pêk hatî ji azadî, demokrasî, wekheviya siyasî û civakî, mafê jinan, mafe gelan û baweriyên cuda nînê. Li ser  esasê rastiya rejîma Îranê pratika wê nikare bibe bersiv ji bo xwastekên gelan.

Pratîka nêzî 40 salî ya rejîmê nîşan da ku çênabê û nayê guhertin û tene hinêk ku xwe wekî reformîst bi nav dikin ku şîara derbasbûna nerm ji bo dêmokrasiyê didin, tene xapandina gel û ji rê derxistina têkoşîna wan ê. 

Her çend salan carêkê şoweke bi navê helbijartin pêk tînin û wer nîşan didin ku tu bêjî gel mafê wan ê helbjartinê hebê, ferq dike ku kursiya dislata rejîmê navbera çi kesan de tê parvekirin?! Di welatê ku gelê wî nikarin cilê xwe bo xwe helbijêrin, jiyan û xwarin û wexwarinê xwe diyar bikin  wer bê nîşandan ku dikarin nûnerên xwe yê siyasî helbijêrin, bê hurmetî bi asta têgehîştina civake ku dagîrker ketiye herderê civakê.

Ji bo kişandina gel ser sandoqên dengdanê û bidestxstina rewabûna dislatdariya her karî dikin. Li aliyêkî wexta pewîste wek helbijartin gelê Kurd re dibêjin; “sînor parêzên bi şeref” ya “Kurdên misilman” yanî ser bi wan. Tu bejî Kurdistan, qetilê zarokê xwe bîr kiriye û dikeve gel rejîmêk ku bi îlana cîhad dislata wî hin jî bêhna xwînê gele Kurd jê tê. 

Kurdistan nav û hêviyê zaroke xwe jibîr nake. Di wê axê de laşê însanên evîndarê welat û jiyanê razaye ku amade bûn ji bo wî canê xwe bidin. Birayê min yekemîn mamosta nebû ku bi cezayê xem xwariya nan û azadî ji bo zarokên xwêndewan ê xwe çû sêdarê. Ferzad berdewa rêya mamosta Hormuz Gurci, Behmen Êzetî, Esxer Emîrî û mamostayên din ên dersa azadî û mirovatiyê dan zarokan, hatin darve kirin.

Meha gulan meha helbijartinê nînê, meha berxwedanê, meha bilindkirina ew însanên ku di wê rêkê de canê xwe danê, heta dikrîn bejîn ku bi mirina xwe carêkî din li dij dagirker  biserketin û teslîm nebûn. 

Bîreweriyên min tijî ne ji nav û bîreweriyên însanên mezinin ku canê xwe dan lê soza xwe neşkandin. Cesaret û fermandar buna heval Simko nikarim bîr bikem, dengê heval Hebibullah Gulperîpur ku digot “biburin heya wir min karî” û canê xwe da azadiyê, bîr nakim. Bîranînê min tijî Simkoyan, Şîrînan, Ferzadan, Huseyînan, Hebîban, Akîfan  heval û hevrêyên dinin ku di wê mehê de can dane. Di wê mehêde tek helbijartina m min nûkirina soz û peymanê mine gel wan e.