Rejîma Îranê pêr 2 kolberên din kuştin û bi vî awayî di nava mehekê de hejmara kolberên ji alî rejîma Îranê ve hatine kuştin bûn 9 kes. Rejîma Îranê li ser sînor kuştina kolberan didomîne. Hêzên Rejîma Îranê pêr li ser sînor 2 kolberên din kuşt. Rejîma Îranê li Gundê Nemincê yê Pîranşarê kolberê bi navê Îbrahîm Ebûbekir û li Herêma Çaldiran a Urmiyeyê jî kolberê bi navê Ziyad Hatemî kuşt. Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 7 kolber kuştibûn. Di meha dawî de heta niha 9 kolber kuştin. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di Hezîranê de 7 kolber hatin kuştin û 23 kolber jî birîndar bûn. Tevî 2 kolberên hatin kuştin û di mehekê de 9 kolber hatin kuştin. NAVENDA NÛÇEYAN