Hevsera nivîskar û wêjevanê navdar ê Kurd Mehmet Uzun, Zozan Uzun bersiv da pirsên der barê mijarê de û diyar kir ku gava wê bihîst dadgehê beşdarbûna cenazeyê Mehet Uzun wekî suc dîtiye, mat maye û wiha got: “Min pêşî got qey ev henek e. 70 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyê Mehmed Uzun bûn û destnîşan kir ku Serbalyozên Swêd û Yewnan, gelek kesên naskirî yên wekî Yaşar Kemal jî beşdarî merasima cenaze bûn û diyar kir ku bi ya aqilê dadgehê van mirovane hemû sûc kirine.
destnîşan kir ku ew nikare vê mijarê fêm bike û wiha axivî: “Gava Mehmet Uzun di Nexweşxaneya Amedê de bû, Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jêre telgrafa derbasiyê şand. Piştî mirina wî jî Serokkomar Gul jî peyama sersaxiyê bi rêya telgrafê şand. Gelo çawa dibe ku rayedarên dewletê peyamên derbasî û sersaxî bişînin, dadgeh jî beşderbûna merasima wî weke suc dibîne.”
Uzun diyar kir ku Mehmet Uzun wêjevanek e û berhemên li 20 zimanan hatine wergerand û got ku meha borî berhemên wî li zimanê Macarî jî hatin wergerandin. Uzun bi bîr xist ku beşdarbûna cenazeyê Mehmed Uzun wekî sûc hatiye dîtin û sê sal in ev mirovane ber sedemên bêbingeh ji doza KCK’ê tên darizandin û azadiya wan ji wan hatiye girtin. Zozan Uzun da zanîn ku ger Mehmed sax bûya, dê ew jî bihata girtin.
STOCKHOLM