
Di 11’ê Kanûna 2016’an de li Beşîktaşa Stenbolê êrîşeke bombeyî pêk hatibû û di vê êrîşê de 36 jê polîs bi giştî 45 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî vê êrîşê, li Mûglayê bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşê re heye Hevserokê HDP’a Navçeya Mîlasê Kamûran Dogan û xwendekarê zanîngehê Aydin Orûç hatin girtin. Dogan û Orûç, ji ber ber bi kincên herêmî şal û şapik li xwe kirine û wêneyên wan li ser medyaya civakî parvekirine, ev kincên wan wek “Kincên dişibin unîformayê rêxistinê” hatin wesifandin û li ser vê bi îdiaya “Endamê rêxistinê” hatin girtin.
Hincetek jî Mehmed Ûzûn e
Di lêgerîna li mala xwendekarê Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Mervan Soylemez de, pirtûka Mehmed Ûzûn a bi navê “Ronî Mîna Evîn, Tarî Mîna Mirinê” hat desteserkirin. Pirtûk wek delîla sûcî hat hesibandin û Soylemez jî ji ber pirtûkê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hat girtin.
Bêhuqûqî dikin
Parêzer Gulfem Karataş got, ev girtinên pêk hatin bi temamî derhuqûqî ne û axivî: “Muwekîlên min parvekirnên xwe nêzî salek berê kirine. Kincên Kamûran Dogan û Aydin Oruç li xwe kirine wek delîlên sûcî hatine hesibandin.” Karataş got, îtiraza wan î ji bo girtinê hatiye redkirin û wiha axivî: “Ji darazeke evqasî alîgir e, em ne li benda darizandineke adil in.”
MÛGLA